YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 31

31
1Ev in gotinên Qral Lemuel; pendên ko deya wî hînî wî kiri bûn.
2Ez ê çi bêjime te kurê min? Çi bêjime te kurê canê min? Çi bêjime te roniya çavên min?
3Xurtiya xwe me de jinan; û me keve ser reyên ko Mîr têde perîşan dibin.
4No, Kral Lamuel, li qrala na yê ko şerabê vexwin û ne jî li mîrekan tê, vexwarinine xurt.
5Heye ko ew bi vexarinê qanûn û nizama ji bîra dikin; û heqê bêçareyan dişkînînîn;
6Vexwarinine xurt bidin mirovên ko di perîşaniyê de ne; û şerabê bidin peyayên dilşikestî;
7Da ko pê perîşaniya xwe ji bîra bikin û bextreşiya wan bila me yê pêş çavê wan.
8Devê xwe veke ji bona mirovên lal û ji bona parastina heqê yên ko hatine ji bîra kirin;
9Devê xwe veke û bi edaletê hikim bike û heqê bêçare û belengazan (ji erdê rake û) bide wan.
10Kî dikare jinikeke pak peyda bike, ji mirariyan zehf hêjatir e.
11Dilê mêrê wê pê amin dibe û karê di wî kêm na be.
12Di hemî jiyîna wî de, wî na êşîne û qenciyê dike wî.
13Hirî û kitan peyda dike û bi destên xwe bi kêfxweşî dixebite.
14Mîna gemiyên bâzirganiyê nanê xwe ji dûrahiyan tîne.
15Beriya rojhelatî radibe û xwarinê dide xelkên malê û zadê xadimeyan . . .
16Bala xwe dide zeviyekê û wê dikire û bi kedê destê xwe jê rêzek çêdike.
17Piştiya xwe dişidîne û zendên xwe dixurtîne.
18Dizane, tiştê ko kar kiriye qenc e; çira wê bi şev qet na temire.
19Destên xwe datîne teşiyê û tiliyên wê dirêsin.
20Arîkariya bêçareyan dike; û destê xwe dide belengazan.
21Ji bona xelkê mala xwe xema daketina berfê na xwe, ji ber ko hemî ehlên malê xwedî du deste cil in.
22Ji xwe re mêzeran cêdike, cilên di wê ji hewrûşimê ergiwani ne.
23Mêrê wî di dergehan de nas e, gava bi rîspiyên bajêr re rûdine.
24Kirasan çêdike, û difiroşe û ji bazirganan [re] re piştiyan dide firotin.
25Xurtî û serfirazî cilên wê ne û li rojên pêşiyê bi kenîna dinêre.
26Devê xwe bi eqilmendiyê vedike û li ser zimanê di wê pendine şîrîn hene.
27Li karên mala xwe miqate dibe û nanê tiraliyê na xwe.
28Kurên di wê radibin û dibên bextiyar e û mêrê wê radibe û pesnê wê dide.
29Zehf keçik hene ko pak in, lê tu ji hemiyan payebilindtir î.
30Delalî xapinok e, û spehîtî winda dibe, divê mirov pesnê wê jinkê bide ya ko ji Xwedê tirsiyar e.
31Ji kedên destê wê bidin wê û bila di dergehên bajêr de emel û kirinên di wê, pesnê wê bidin.

Currently Selected:

Methelokên 31: MKRPRO

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in