YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 1

1
Di Destpêkê de Peyv Hebû
1Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. 2Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. 3Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. 4Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. 5Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême.
6Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna bû. 7Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê bînin. 8Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike. 9Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê. 10Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. 11Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir. 12Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê. 13Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn.
14Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît. 15Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.» 16Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand. 17Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin. 18Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.
Şahidiya Yûhennayê Imadkar
(Metta 3:1-12; Marqos 1:1-8; Lûqa 3:15-17)
19Şahidiya Yûhenna ev e: Çaxê serekên Cihûyan ji Orşelîmê hin ji kahîn û ji Lêwiyan şandin, da ku ji wî bipirsin: «Tu kî yî?», 20wî eşkere got, wî înkar nekir û got: «Ez ne Mesîh im.» 21Wan jê pirsî: «Nexwe tu kî yî? Ma tu Êlyas î?» Yûhenna got: «Na, ez ne ew im.» Ji pirsa «Ma tu ew pêxember î?» re jî, wî got: «Na, ez ne ew im jî.»#Melaxî 4:5; Dubarekirina Şerîetê 18:15, 18 22Îcar wan jê re got: «Tu kî yî? Tu ji bo xwe çi dibêjî? Da ku em bersîvekê bidin wan ên ku em şandine.» 23Wî got:
«Ez ew deng im ku li çolê gazî dike:
‹Riya Xudan rast bikin!›#Ji: Îşaya 40:3
wek ku Îşaya pêxember gotiye.» 24Niha yên ku hatibûn şandin ji Fêrisiyan bûn. 25Wan jê pirsî: «Madem tu ne Mesîh, ne Êlyas û ne jî ew pêxember î, nexwe tu çima imad dikî?» 26Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê imad dikim, lê yek di nav we de radiweste, hûn nizanin ew kî ye. 27Yê ku piştî min tê ew e û ez ne hêja me ku benên çaroxa wî vekim.» 28Ev tişt hemû li wî serê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yûhenna lê imad dikir çêbûn.
Berxê Xwedê
29Dotira rojê Yûhenna dît ku Îsa ber bi wî ve tê. Û wî got: «Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike. 30Ev ew kes e ku min ji bo wî gotibû: ‹Piştî min yek tê ku di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› 31Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê ji bo ku ew ji Îsraêlê re bê diyarkirin, ez hatim ku bi avê imad bikim.» 32Yûhenna şahidî kir û got: «Min dît ku Ruh ji ezmên wek kevokê hat xwar, li ser wî danî û ma. 33Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê yê ku ez şandim da ku ez bi avê imad bikim, ji min re got: ‹Tu bibînî ku Ruh bê xwar û li ser kê deyne, yê ku bi Ruhê Pîroz imad dike, ew e.› 34Min jî dît û şahidî kir ku Kurê Xwedê ev e.»
Şagirtên Pêşî
35Dotira rojê dîsa Yûhenna bi du şagirtên xwe re radiwesta. 36Dema wî dît ku Îsa derbas dibe, wî got: «Va ye, Berxê Xwedê!» 37Du şagirtan gotina wî bihîst û li pey Îsa çûn. 38Îsa li pişt xwe zivirî û dît ku ew li pey wî tên. Wî ji wan re got: «Hûn li çi digerin?» Wan jê re got: «Rebbî» – ku bê wergerandin: «Mamoste» – «tu li ku derê dimînî?» 39Wî ji wan re got: «Werin, hûnê bibînin.» Îcar ew çûn û wan dît ku ew li ku derê dimîne û ew wê rojê li ba wî man. Wext piştî nîvro, saet li dora çaran bû. 40Yek ji wan herdu kesên ku Yûhenna bihîstibûn û li pey Îsa çûbûn, Endrawisê birayê Şimûn-Petrûs bû. 41Wî di cih de birayê xwe Şimûn dît û jê re got: «Me Mesîh dît», ku bê wergerandin «Yê Rûnkirî» ye. 42Wî ew anî ba Îsa. Îsa li Şimûn nêrî û got: «Tu Şimûnê kurê Yûhenna yî. Wê bi navê Kîfas» – ku ‹Petrûs› e û bi mana ‹lat› e – «gazî te bikin.»
Îsa Gazî Filîpos û Natanyêl Dike
43Dotira rojê Îsa biryar da ku here herêma Celîlê. Wî Filîpos dît û jê re got: «Li pey min were!» 44Filîpos ji Beytsaydayê bû, ji wî bajarê ku Endrawis û Petrûs lê dijiyan. 45Filîpos Natanyêl dît û jê re got: «Me Îsayê Kurê Ûsivê Nisretî dît, ku Mûsa di Şerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne.» 46Natanyêl jê pirsî: «Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?» Filîpos jê re got: «Were û bibîne!» 47Gava Îsa dît ku Natanyêl ber bi wî ve tê, li ser wî got: «Va ye, Îsraêliyekî rastîn ê ku tu hîle li ba wî tune.» 48Natanyêl jê pirsî: «Ma tu ji ku derê min nas dikî?» Îsa bersîva wî da: «Beriya ku Filîpos gazî te bike, gava ku tu hê li binê dara hêjîrê rûniştî bûyî, min tu dîtî.» 49Natanyêl jê re got: «Mamoste, tu Kurê Xwedê yî! Tu Padîşahê Îsraêlê yî!» 50Îsa lê vegerand û got: «Ji ber ku min ji te re got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî›, tu bawer dikî? Tê tiştên ji vê mezintir bibînî.» 51Û Îsa jê re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bibînin ku çawa ezman diqelişe û milyaketên Xwedê tên xwarê ser Kurê Mirov û diçin jorê.»#Destpêk 28:12

Currently Selected:

Yûhenna 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy