YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 2

2
Em Baldar Bin
1Ji ber vê yekê divê em hê zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine, da ku em averê nebin. 2Çimkî eger peyva ku bi rêberiya milyaketan hatiye gotin qayîm bûbe û her sûc û neguhdariyê cezayê ku heq kiriye standibe, 3eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin? Di destpêkê de Xudan ev xilasî da zanîn û ji aliyê yên ku ew bihîstine ve ji me re rast hat deranîn. 4Xwedê jî ji vê re bi nîşanan, bi karên mezin û kerametên cûr bi cûr û bi diyariyên Ruhê Pîroz ên ku li gor daxwaza xwe belav kirine, şahidî kir.
Kur Bû Bira
5Xwedê, wê dinya bê ya ku em li ser dipeyivin, bi milyaketan ve girê neda. 6Lê yekî li derekê gotiye û şahidî kiriye:
«Mirov çi ye ku tu bînî bîra xwe,
An jî kurê mirov çi ye ku tu xema wî bixwî?
7Te ew ji bo demekê ji milyaketan nizimtir kir,
Te taca rûmet û siyanetê da serê wî.#2:7 Di hin destnivîsaran de li dawiyê ev jî heye: «Te ew danî li ser karên destê te.»
8Te her tişt xist bin lingên wî.»#Ji: Zebûr 8:5-7
Îcar gava ku Xwedê her tişt xist bin lingên wî, tu tiştê ku nexist bin lingên wî nehişt. Lê niha em hê nabînin ku her tişt ketiye bin lingên wî. 9Lê em Îsayê ku ji ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, dibînin. Ew ji bo demekê ji milyaketan hat nizimtir kirin, da ku bi kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike. 10Li ber Xwedayê ku her tişt ji bo wî ye û pê çêbûye baştir bû ku pêşengê xelasiyê bi cefayan bigihanda tekûziyê, da ku wî gelek kur bigihandana rûmetê. 11Çimkî yê ku pîroz dike û yên ku tên pîrozkirin, hemû ji Yekî ne. Ji ber vê yekê Îsa şerm nake ku ji wan re bêje ‹bira› 12û dibêje:
«Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,
Di nav civînê de ezê bi lavijeyan pesnê te bidim.»#Ji: Zebûr 22:22 13û weha jî dibêje:
«Ezê ewlehiya xwe bi wî bînim.»#Ji: Îşaya 8:17
û weha jî:
«Va me, ez û zarokên ku Xwedê dane min!»#Ji: Îşaya 8:18
14Loma çawa ku zarok xwîn û goşt in, ew bi xwe jî wisa di eynî tiştan de bû hevpar; da ku ew wî yê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal bike 15û wan ên ku di hemû jiyana xwe de bi tirsa mirinê bûne xulam, azad bike. 16Çimkî, bêguman ew ne alîkariya milyaketan, lê belê alîkariya dûndana Birahîm dike. 17Loma diviya di her tiştî de bibûya mîna birayên xwe, wisa ku ew li ber Xwedê Serokkahînekî dilovan û ewledar be, da ku gunehên gel bide bexişandin. 18Ji ber ku ew bi cefakişandinê hat ceribandin, ew dikare bê hawara wan ên ku tên ceribandin.

Currently Selected:

Îbranî 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in