Methelokên 30
30
1Ev in gotinên Agur, kurê Jake; pend û peyivên di wî. Min xwe westandiye Yezdanê min, Xwe westandiye Yezdanê min; û dawî diviya bû dey jê berdim.
2Ji ber ko ez ji her kesî kêmeqiltir im, û hişê mirovekî li ba min nîne.
3Ez hînî eqilmendiyê ne bûme û ne giha me zanîna ewliyayan.
4Kî hilkişiyaye ezmanan, û kî jê daketiye? Kê dikarî bû bayî bigire? Kê di dawa xwe de av kom kiriye? Kê şanî dawiya erdê daye? Navê wî û navê kurê wî çi ye? Tu dizanî?
5Hemî gotinên yezdan hatine ceribandin. Yezdan ji bona peyayên ko xwe spartine Wî mirtalek e.
6Tu gotin bi ser yên Wî re zêde me ke; an ne te diêşîne û tu derewîn derdikevî.
7Ji te du tiştan dixwazim: hêviya min bi şûnda vemegerîne, beriya ko bimirim . . .
8Durûtî û derewan ji min dûr bike; ne dewlemendî û ne jî belengaziyê bide min; bi tenê nanê ko ez hewcedar im.
9Ji tirsa ko di dewlemendiyê de, te inkar bikim û bibêjim: Xwedê kî ye? an di belengaziyê de diziyê bikim, û zimandirêjiya navê Xwedeyê xwe me kim.
10Li ba sermiyan paşgotiniya xulamê wî me ke; heye ko lanetan li te dike û tu pê sûçdar dibî.
11Çêliyek heye lanet li bavê xwe dike; û qedrê deya xwe na gire.
12Çêliyek heye bawer dike ko paqij e; herçend jî mirdariya xwe hêj ne şûştiye.
13Çêliyek heye çavbel û pozbilind e.
14Çêliyek heye diranên di wî şûr in, û hestîçeneyên di wî kêrik in; ewê belengazên welêt û xelkê bêçare daqurtîne.
15Du keçikên xwînmêja hene: bide, bide. Sê tişt hene ko têr na bin û çar hene ko tu cara na bêjin bes e.
16Gorin, jina stewr, axa ko têra xwe av venexwariye û agirê ko tu cara na bêje bes e.
17Çavê ko henekê xwe bi bavê xwe dike û bindestiya deya xwe kirin jê re giran tê; qijikên tîjavan wî dê biperitînin û qertelên ciwan wî dê bixwin.
18Sê tişt hene ko eqlê min na gihe di wan: no çar in tiştên ko ez tê na gehim;
19Şopa eyloyan li ezmanan, dewsa maran li ser tehtan, şopa gemiyan li ser rûyê avê û dewsa mêran li ba jinikeke ciwan.
20Ev e reya jinikeke zinakar, dixwe; devê xwe ziwa dike û di pişt re dibêje: min tu xirabî ne kiriye.
21Sê tişt hene ko erdê dihejînin; û çar tişt hene ko erd ni kare wan hilgire:
22Evdê ko bûyê sermiyan, û bodileyê ko têr nan xwariye.
23Jinikeke ne ecibandî ya ko dizewice; û xadima ko dibe mîratxwera stiya xwe.
24Li rûyê erdê çar heywanên biçûk hene; biçûk lê gelek bijîr:
25Mûrî, miletekî bê qiwet, di havînê de zadê xwe kom dike.
26Kevroşk, nijadekî nezexim; lê mala xwe di nav zinaran de çêdike.
27Kulî, her çend jî qralê wan nîne; hemî lek bi lek bi nizam difirin.
28Pîrhevok, ya ko bi destê xwe dixebite û di qesra qralan de ye.
29Sisê hene ko meşçeleng in; û çar yên ko gavavêtina wan spehî ye:
30Şêr, egîdê heywanan, li ber tu kesî de xwe na de paş;
31Hespê zîn û hevsar kirî, an nêrî û qral; yê ko kes pê ni kare.
32Heke nefsmezinî nav di te dide û dikî dînîtiyekê bikit û ger fikr û ramanine xirab di serê te de ne; destê xwe deyne ser devê xwe;
33Heke şîr hate keyandin û meyandin jê nivîşk çêdibe, heke difin xurt hatiye giwaştin jê xwîn tê; û heke erin hate germ kirin pê pevçûn çêdibe.
Currently Selected:
Methelokên 30: MKRPRO
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: