1
Tîtos 1:16
Kurmanji Încîl
Bi eşkereyî dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin. Ew lewitî ne, neguhdar in û ji bo her karê qenc bêkêr in.
Compare
Explore Tîtos 1:16
2
Tîtos 1:15
Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye.
Explore Tîtos 1:15
3
Tîtos 1:9
ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.
Explore Tîtos 1:9
4
Tîtos 1:7-8
Çimkî çavdêrekî ku şahneyê Xwedê be, divê bêqusûr be, xwe dernexe pêş, zû hêrs nebe, ne bindestê şerabê be, ne zordar be, li pey qezenca ne rast nekeve; lê divê mêvanperwer be, xêrxwaz be, sergiran be, dadperwer be, pak be, bikare nefsa xwe
Explore Tîtos 1:7-8
5
Tîtos 1:6
Divê rihspî bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, zarokên wî bawermend bin û navê wan bi bêedebî û bi neguhdarî derneketibe.
Explore Tîtos 1:6
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos