Çawa ku di kitêba gotinên Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn:
«Dengê yê li çolê bang dike:
‹Riya Xudan amade bikin
Şiveriyên wî sererast bikin!
Her gelî wê tije bibin,
Her çiya û gir wê nizim bibin,
Xwarî wê rast bibin
Û riyên asê wê hilû bibin.
Û her mirov wê xilasiya Xwedê bibîne.›»