Petrûs pirsî û got: «Hananya, çima Îblîs dilê te tije kir ku tu li Ruhê Pîroz derewan bikî û hinekê ji perên zeviyê ji xwe re hilînî? Çaxê ku ew nefirotî bû, ma ew ne ya te bû? Îcar piştî ku hat firotin, ma ew ne di destê te de bû? Ma çawa çêbû ku te ev yek xist dilê xwe? Te ne li mirovan, lê li Xwedê derew kir.» Gava ku Hananya ev peyv bihîstin, ket erdê û can da. Û tirseke mezin ket ser wan ên ku ev bihîstin.