Methelokên 1
MKRPRO
1
Bir 1
1Ev in methelokên Silêman, kurê Dawûd, qralê Israilistanê.
2Ji bona hînbûna sehrezayî û rêz û rêzikan û ji bona sehkirina gotinên eqilmendiyê;
3Ji bona standina dersên çavvekirinê, pakdiliyê û çeyî û rastdiliyê.
4Da ko mirovên adetî bibin fêris û xort bibin eqilmend û çavvekirî.
5Bila eqilmend guh bide, pê zanîna wî dê bibe bêtir û yê ko zêrek e pê bibe çêtir,
6Da ko ew bikare bigehe mana şîretekê an mamikekê û gotina bîreweran û axaftinên di wan seh bike.
7Tirsa Xwedê destpêka zanînê ye; yên bêkêr qedrê birewerî û hînbûnê na girin.
8Kurê min, bide pey rêz û rêzikên bavê xwe û dev ji şîretên deya xwe bermede;
9Pêkanîna wan ji te re gewher û ji stoyê te re gerdinîyek e.
10Kurê min, çaxa ko gunehkar dikin te ji rê derînin, guh me de wan.
11Heke wan got: were bi me re, em ê bi qesda kuştinê kemînekê deynin pêşîya xelkê, bi dizîka bidin pey bêsûçan û dirêji wan bikin;
12Bila, em mîna agirê dojehê ê xurt bi wan kevin û weke gora ko miriyan daqurtîne wan daqurtînin;
13Em dixwazin dest bavêjin talanine hêja û pê malên xwe tejî bikin;
14Bila, para te jî tê de hebe; ew talan wê bibe ya me û ya te.
15Kurê min, bi wan re bi rê me keve; lingê xwe ji şîvereya wan bi şûnda bikişîne;
16Ji ber ko reya wan digehe xirabiyê û qesda wan a har rijandina xwîna bêçareyan e.
17Bêfeyde ye avêtina torekê pêş çavên yên ko xwedî per û bask in:
18Ew, xwe bi xwe kemîna datînin pêşîya xwe û çavnêriya rijandina xwîna xwe dikin
19Dawiya hemî mirovên çavbirçî ev e; çavtengî xwediyê xwe winda dike.
20Eqilmendî di nav kûçe û kolonan de ban dike, û di gasinan de bi dengekî bilind dipeyive;
21Di derîzana dergehê kelatan de, di nav komên mirovan de gotina xwe dibêje; dengê xwe dide bihistin;
22Gelî bêhişan, heta kengê hon dikin bêhiş bimînin û dilê xwe bi henekan bi gotinine beredayî şa bikin û heta kengê bodile nefiran li zanînê bikin?
23Rûyê xwe bidin min û guh bidin şîretên ko ez pê li we dişidînim; ez pendên dil û canê xwe li we belaw dikim, ezê gotinên xwe ji we re bidim seh kirin . . .
24Lê, herwekî ez banî we dikim û hon guh na dine min, û herwekî ez destê xwe didime we û tu kes vî destî na gire;
25Ji ber ko hon şîretên min davêjin pişt guhê xwe û hejî pendên min bi yên ko ez li we dişidînim na kin;
26Ez jî, dema ko hon ê bikevin helaketê, dê bikenim; ez ê henekê xwe bi we bînim, çaxa ko tirs û tomet dora we, ê bigire;
27Dema ko tirs mîna bazorekî bihna we dê biçikîne û kambaxî weke bablîsokekî dora we wê bigire û çaxa ko zarî û tengasî zora we dê bibe.
28Hingê, ew ê banî min bikin lê ez li wan venagerînim; ew ê li min bigerin lê min peyda na kin.
29Ji ber ko wan guh ne didan pend û şiretan û ne dixwestin tirsiyarê Xudayê xwe bibin;
30Ji ber ko wan hejî şiretên min ne dikirin û bi cezayên ko min pêş wan dikir henekê xwe dianîn,
31Bila niho fêkiyên emelê xwe bixwin, û bi şiretên xwe ên kirêt têr bibin.
32Serhişkiya bodileyan wan dikuje û xweşiya ehmeqan wan winda dike;
33Lê, yê ko guh dide min, bi rahetî wê pal bide, di xweşiyê de rojên xwe derbas bike û tirs na keve dilê wî.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

Vind meer uit oorMethelokên Hezretê Silêman 1947