Methelokên 2

2
Bir 2
1Kurê min, heke te guh da gotinên min û bi ya pendên min kir,
2Bi awakî ko bala xwe didî hikmet û sehrezayiyê û dilê te bi xeyret û germî bi zêrekiyê bendewar dibe,
3Belê, heke tu banî hikmet û şehrezayiyê dikî û heke dengê te ber bi zêrekiyê ve bilind dibe,
4Heke mîna yên ko li peran digerin, tu li wê digerî û mîna xezîneyekê qedrê wê digirî û didî pey wê,
5Tu ê hingê, ji Xwedê tirsiyar bûn çi ye seh bikî û fêrbûna mezinahiya Xwedê çilo dibe tu ê bizanî.
6Ji ber ko Xwedê hikmet û şehrezayiyê dide û ji devê Wî jîrî û zanîn derdikeve;
7Ew, dilpakan digihîne serfiraziyê, û mirovên çak dihemîne.
8Û li ser reya rastiyê piyê wan dişedîne û şîvereya peyayên xwe ên salih diparêze.
9Welê, tu ê rastî û dilpakî, û heq û edaletê, û riya qenc çi ye wê nas bikî.
10Ji ber ko eqilmendî wê bikeve dilê te û zanin li ber dilê te de, wê şîrîn bibe;
11Sîretine çak wê te bihemînin û hişê te, te ê biparêze,
12Da ko tu ne kevî ser riya mirovên xerab û ne bî têkilî xelkên gotinxwar û rêwindakirî,
13Yên ko ji reya rastiyê derketine û ketine xaçereyine tarî,
14Yên ko bi kirina xirabiyê dilxweş dibin, û bi nefsa ywe a xwar di şahiyê de ne,
15Yên ko riya wan xwar e, û dan û standina xwe de jî ne rast in;
16Da ko tu ji destê jinên xerîba jî xelas bibî yên ko gotinine dilrevîn dibêjin,
17Jina ko dev ji mêrê xwe yê demên ciwaniyê berdaye û gotina ko Xwedê pê her diwan girêdayî bû, ji bîra kiriye;
18Mala wê jinkê ber bi mirinê ve xwîl dibe û gavên di wê, wê digihine kortala miriyan.
19Ji yên ko ber bi wê jinkê ve diçin yek jî venagere ve, û êdî ni kare bide ser riya xelas û jiyinê.
20Xwe ragire, da ko tu jî li ser reya mirovên çak bimeşî û ji reya pakdilan dernekevî.
21Ji ber ko mirovên rast li welêt rûnin û yên dilpak lê bimînin;
22Lêbelê, yên xirab ji rûyê erdê dê bêne qelandin û yên bêbext wê bêne edimandin.

Kleurmerk

Deel

Kopieer

None

Wil jy jou kleurmerke oor al jou toestelle gestoor hê? Teken in of teken aan

YouVersion gebruik koekies om jou ervaring persoonlik te maak. Deur ons webwerf te gebruik, aanvaar jy ons gebruik van koekies soos beskryf in ons Privaatheidsbeleid