YouVersion Logo
Search Icon

Filîpî 4

4
1Îcar xwişk û birayên min ên hezkirî yên ku ez bêriya wan dikim, hûn şahiya min û taca serê min in, bi vî awayî bi saya Xudan qayîm bimînin.
Dilşa Bin, di Aştiyê de Bin
2Ez ji Eyodiyayê hêvî dikim û ji Sintîxayê hêvî dikim ku di yekîtiya Xudan de bibin hemfikir. 3Erê, ez ji te jî dixwazim, ey hevalê min ê dilsoz, ji wan jinan re bibe alîkar; çimkî ew bi Klêmens û hevalkarên min ên din re ku navê wan di Kitêba Jiyanê de ye, di karê Mizgîniyê de bi min re gelek zehmet kişandine.
4Hergav bi Xudan şa bibin; ez careke din dibêjim, şa bibin! 5Bila berbiwêriya we ji hemû mirovan re eşkere be. Xudan nêzîk e.#4:5 an jî: «Hatina Xudan nêzîk e.» 6Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin. 7Û aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze.
8Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin. 9Wan tiştên ku hûn ji min hîn bûne, we ji min standine, we ji min bihîstine û we di jiyana min de dîtine, bikin û Xwedayê aştiyê wê bi we re be.
Spasdariya Pawlos ji bo Diyariya Filîpiyan
10Ez bi saya Xudan gelek dilşa bûm ku we piştî evqas dem ji nû ve xema min xwar. Bi rastî, hûn li ser vê yekê difikirîn, lê we fersend nedidît. 11Gotina min ne li ser hewcedariyê ye, çimkî ez hîn bûme ku ez qîma xwe bi halê xwe bînim. 12Ez hem bi zehfheyînê û hem bi neyînê dizanim. Dixwazî bila ez têr bim, dixwazî bila ez birçî bim, dixwazî bila ez di firehiyê de bim, dixwazî bila ez di hewcedariyê de bim, ez di her rewşê û di her tiştî de sira vê yekê hîn bûme. 13Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim. 14Lê we qenc kir ku hûn bûn hevparên tengahiya min.
15Ey Filîpîno, hûn bi xwe jî dizanin ku di destpêka dayîna Mizgîniyê de, gava ku ez ji Mekedonyayê derketim, di mijara danûstandinê de, ji we pê ve tu civînê hevpariya min nekir. 16Çimkî gava ku ez li Selanîkê jî bûm, we carek du caran tiştê ku hewcedariya min pê hebû, ji min re şand.#Karên Şandiyan 17:1-9; Korîntî II, 11:9 17Ne ku ez li pey diyariyê me, lê ez dixwazim ku qezenca hesabê we zêde bibe, yanî diyariya we ber bide. 18Min her tişt stand û ez di firehiyê de me. Min ew diyariyên ku we bi destê Êpafrodîtos şandibûn, girtin û tu kêmahiya min nema. Ew diyariya we pêşkêşiyeke bîhnxweş û goriyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin e û li wî xweş tê. 19Û Xwedayê min, wê her hewcedariya we, bi Mesîh Îsa li gor dewlemendiya xwe ya bi rûmet bide we. 20Rûmet her û her ji Bavê me Xwedê re be. Amîn.
Silavên Aştiyê
21Silavan li her pîrozê Mesîh Îsa bikin. Ew birayên ku bi min re ne, silavan li we dikin. 22Hemû pîroz, bi taybetî jî yên ji mala Qeyser silavan li we dikin.
23Kerema Xudan Îsa Mesîh bi ruhê we re be.

Currently Selected:

Filîpî 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy