1
Filîpî 4:6
Kurmanji Încîl
Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin.
Compare
Explore Filîpî 4:6
2
Filîpî 4:7
Û aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze.
Explore Filîpî 4:7
3
Filîpî 4:8
Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.
Explore Filîpî 4:8
4
Filîpî 4:13
Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim.
Explore Filîpî 4:13
5
Filîpî 4:4
Hergav bi Xudan şa bibin; ez careke din dibêjim, şa bibin!
Explore Filîpî 4:4
6
Filîpî 4:19
Û Xwedayê min, wê her hewcedariya we, bi Mesîh Îsa li gor dewlemendiya xwe ya bi rûmet bide we.
Explore Filîpî 4:19
7
Filîpî 4:9
Wan tiştên ku hûn ji min hîn bûne, we ji min standine, we ji min bihîstine û we di jiyana min de dîtine, bikin û Xwedayê aştiyê wê bi we re be.
Explore Filîpî 4:9
8
Filîpî 4:5
Bila berbiwêriya we ji hemû mirovan re eşkere be. Xudan nêzîk e.
Explore Filîpî 4:5
9
Filîpî 4:12
Ez hem bi zehfheyînê û hem bi neyînê dizanim. Dixwazî bila ez têr bim, dixwazî bila ez birçî bim, dixwazî bila ez di firehiyê de bim, dixwazî bila ez di hewcedariyê de bim, ez di her rewşê û di her tiştî de sira vê yekê hîn bûme.
Explore Filîpî 4:12
10
Filîpî 4:11
Gotina min ne li ser hewcedariyê ye, çimkî ez hîn bûme ku ez qîma xwe bi halê xwe bînim.
Explore Filîpî 4:11
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos