YouVersion Logo
Search Icon

Filîpî 3

3
1Bi kurtî birano, bi saya Xudan şa bibin. Îcar nivîsîna eynî tiştan min aciz nake, lê ewlehiyê dide we.
Rastdariya Rastîn
2Hay ji yên wek kûçikan, hay ji karkerên xerab û hay ji sineta seqet hebin. 3Çimkî yên bi sineta rast em in, em bi Ruhê Xwedê diperizin, em bi saya Mesîh Îsa pesnê xwe didin û em li tiştên bedenê ewle nabin. 4Eger wisa bûya, min bi xwe jî dikaribû ku ez li tiştên bedenê ewle bibim. Eger yekî din bifikire ku li tiştên bedenê ewle bibe, ez hê bêtir dikarim. 5Ez roja heştan hatime sinetkirin, ji gelê Îsraêl, ji eşîra Binyamîn im, ez Îbraniyekî xas Îbranî me. Ez di kirina Şerîetê de Fêrisî û#Romayî 11:1; Karên Şandiyan 23:6; 26:5 6wisa xîretkêş bûm ku min tengahî dida civînê. Li gor rastdariya Şerîetê, ez bêkêmahî me.#Karên Şandiyan 8:3; 22:4; 26:9-11
7Lê belê her tiştê ku ji bo min qezenc bû, min di ber Mesîh de zirar hesab kir. 8Hê zêdetir, ez ji bo feyda zanîna bilind a Xudanê xwe Mesîh Îsa, her tiştî zirar hesab dikim. Di ber wî de min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil hesab dikim, da ku ez Mesîh qezenc bikim 9û bi wî re bibim yek. Êdî rastdariya min ne ji kirina Şerîetê, lê ji baweriya ku bi Mesîh e, tê. Ev rastdarî ne ji min e, ji Xwedê ye û bingeha wê bawerî ye. 10Ez dixwazim Mesîh û hêza vejîna wî bizanim û bibim hevparê cefayên wî û bi mirina wî bibim wek wî, 11da ku ez bi riyekê bigihîjim rabûna ji nav miriyan.
Bezîna ber bi Armancê ve
12Ji xwe hê ez negihîştime vê armancê an jî bêkêmahîtiyê, lê ez li pey vê yekê dibezim, da ku ez ya ku Mesîh Îsa ez ji bo wê bi dest xistime, bi dest bixim. 13Birano, ez xwe hê gihîştî hesab nakim, lê ya ku ez dikim ev e: Ez tiştên çûyî ji bîr dikim û xwe dirêjî yên pêş dikim. 14Ez ji bo qezenckirina xelata ku Xwedê di gazîkirina xwe ya ezmanî de bi Mesîh Îsa pêşkêş dike, ber bi armancê ve dibezim. 15Loma em hemû yên gihîştî wisa bifikirin û eger hûn li ser tiştekî bi awayekî din bifikirin, Xwedê wê vê jî ji we re kifş bike. 16Bi tenê, em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin.
17Birano, bibin wek min û qenc li wan binêrin, yên ku di jiyana xwe de wek ku em ji we re bûne mînak, rêve diçin.#Korîntî I, 4:16; 11:1 18Çimkî wek ku min berê jî gelek caran ji we re gotiye û niha jî ez bi girîn dibêjim, gelek hene ku di jiyana xwe de dijminên xaça Mesîh in. 19Dawiya van helakbûn e, xwedayê wan zikê wan e û rûmeta wan şermezariya wan e. Ew tiştên vê dinyayê difikirin. 20Lê heçî em in, welatê me li ezmanan e û ji wir jî em li hêviya Xilaskar, Xudan Îsa Mesîh disekinin. 21Ewê bi wê qeweta xwe ya ku dikare her tiştî bindest bike, bedena me ya reben biguhere û bike wek bedena xwe ya bi rûmet.

Currently Selected:

Filîpî 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy