YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî II, 2

2
Xuyabûna Mirovê Bêqanûniyê û Vegerîna Mesîh
1Îcar li ser hatina Xudanê me Îsa Mesîh û kombûna me ya li ba wî ye, em hêvî ji we dikin birano 2ku hûn ne bi ruh, ne bi gotinê, ne jî bi nameyeke wek ku ji me be, bi gotinên wek, «Niha êdî Roja Xudan hatiye», di fikrên xwe de zû veneleqin û şaş nebin.#Selanîkî I, 4:15-17 3Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne, çimkî heta ku pêşî ew vegerîna ji baweriyê çênebe û ew mirovê bêqanûniyê yê ku kurê helakê ye, eşkere nebe, ew roj nayê. 4Ewê li hember her tiştê ku jê re xwedê tê gotin an tê perizîn rabe û xwe di ser her tiştî re bigire, heta ewê di Perestgeha Xwedê de rûne û bêje: «Ez Xwedê me.»#Hezekiyêl 28:2; Daniyêl 11:36
5Ma nayê bîra we gava ku ez hê li ba we bûm, min ev tiştên ha ji we re digotin? 6Hûn dizanin, ji bo ku ew mirov di wextê xwe de xuya bibe, niha tiştê ku dibe asteng çi ye. 7Çimkî sira bêqanûniyê ji xwe dixebite, lê yê ku niha dibe asteng wê bibe asteng heta ku ew ji holê bê rakirin. 8Û hingê yê bêqanûn wê xuya bibe, ku Xudan Îsa wê bi hilma devê xwe wî bikuje û wê bi şewqa hatina xwe wî helak bike.#Îşaya 11:4 9Hatina yê bêqanûn wê li gor xebata Îblîs be, wê bi hemû hêz û bi nîşan û kerametên derewîn be#Metta 24:24 10û ji bo yên ku helak bibin, wê bi hemû xapandina neheqiyê be; çimkî wan ji bo xilasbûna xwe hezkirina rastiyê qebûl nekir. 11Û ji ber vê yekê Xwedê xapandineke xurt bi ser wan de dişîne ku baweriya xwe bi wê derewê bînin, 12da ku ew hemû yên ku baweriya xwe bi rastiyê neanîne, lê kêfa wan ji neheqiyê re hatiye, bên dîwankirin.
Xwedê ji bo Xilasbûnê Gazî Me Kiriye
13Ey birayên ku ji aliyê Xudan ve tên hezkirin, em deyndar in ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Çimkî Xwedê hê ji destpêkê ve hûn bijartin, da ku hûn bi pîrozkirina Ruh û bi baweriya rastiyê xilas bibin. 14Wî bi Mizgîniya me hûn gazî vê rizgariyê kirin, da ku hûn bigihîjin rûmeta Xudanê me Îsa Mesîh. 15Îcar, madem ku wisa ye birano, nelebte bin û wê hîndariya ku bi gotinên me an jî bi nameyên me hûn hîn bûne, hişk bigirin.
16Bila Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hez kiriye û bi keremê hana herheyî û hêviya qenc daye me, 17di ber dilê we de bê û we di hemû kirin û gotinên qenc de qayîm bike.

Currently Selected:

Selanîkî II, 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy