1
Selanîkî II, 2:3
Kurmanji Încîl
Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne, çimkî heta ku pêşî ew vegerîna ji baweriyê çênebe û ew mirovê bêqanûniyê yê ku kurê helakê ye, eşkere nebe, ew roj nayê.
Compare
Explore Selanîkî II, 2:3
2
Selanîkî II, 2:13
Ey birayên ku ji aliyê Xudan ve tên hezkirin, em deyndar in ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Çimkî Xwedê hê ji destpêkê ve hûn bijartin, da ku hûn bi pîrozkirina Ruh û bi baweriya rastiyê xilas bibin.
Explore Selanîkî II, 2:13
3
Selanîkî II, 2:4
Ewê li hember her tiştê ku jê re xwedê tê gotin an tê perizîn rabe û xwe di ser her tiştî re bigire, heta ewê di Perestgeha Xwedê de rûne û bêje: «Ez Xwedê me.»
Explore Selanîkî II, 2:4
4
Selanîkî II, 2:16-17
Bila Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hez kiriye û bi keremê hana herheyî û hêviya qenc daye me, di ber dilê we de bê û we di hemû kirin û gotinên qenc de qayîm bike.
Explore Selanîkî II, 2:16-17
5
Selanîkî II, 2:11
Û ji ber vê yekê Xwedê xapandineke xurt bi ser wan de dişîne ku baweriya xwe bi wê derewê bînin
Explore Selanîkî II, 2:11
6
Selanîkî II, 2:9-10
Hatina yê bêqanûn wê li gor xebata Îblîs be, wê bi hemû hêz û bi nîşan û kerametên derewîn be û ji bo yên ku helak bibin, wê bi hemû xapandina neheqiyê be; çimkî wan ji bo xilasbûna xwe hezkirina rastiyê qebûl nekir.
Explore Selanîkî II, 2:9-10
7
Selanîkî II, 2:7
Çimkî sira bêqanûniyê ji xwe dixebite, lê yê ku niha dibe asteng wê bibe asteng heta ku ew ji holê bê rakirin.
Explore Selanîkî II, 2:7
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos