YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî II, 3

3
Ji bo Me Dua Bikin
1Ji vê pê ve xwişk û birano, ji bo me dua bikin, da ku peyva Xudan wek ku di nav we de çêbû, zû pêşve here û bi rûmet bibe. 2Dua bikin, da ku em ji mirovên dijraber û xerab xilas bibin, çimkî hin hene ku baweriya wan tune. 3Lê Xudan dilsoz e, ewê we qayîm bike û ji Yê Xerab biparêze. 4Em bi saya Xudan ji we piştrast in ku çi tiştên me li we tembîh kirine, hûn dikin û hûnê bikin jî. 5Îcar bila Xudan dilê we ber bi hezkirina Xwedê û sebira Mesîh ve bibe.
Tembîha ji bo yên Bêpergal û Bêxîret
6Îcar birano, em bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh emir li we dikin ku hûn xwe ji her birayê ku ne li gor wê hînkirina ku we ji me standiye, lê bi awayekî bêserûber dijî, dûr bixin. 7Hûn bi xwe dizanin ku divê hûn bibin mîna me, çimkî em di nav we de bi awayekî bêserûber nejiyan. 8Me nanê belaş ji tu kesî nexwar, lê em bi ked û zehmet şev û roj dixebitîn, da ku em ji kesekî ji we re nebin bargiranî. 9Ne ji ber ku desthilatiya me tunebû, lê ji bo ku em ji we re bibin mînak, me ev kir, da ku hûn bibin mîna me. 10Çimkî, gava ku em hê li ba we bûn, me di vê yekê de tembîh li we dikir: «Eger yek nexwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe.» 11Niha em dibihîzin ku di nav we de hinek hene, bi awayekî bêserûber dijîn, tu xebatê nakin, bi ser de jî tevli karûberên yên din jî dibin. 12Em bi navê Xudan Îsa Mesîh emir li yên weha dikin û wan dişidînin ku ew bêpêjin bixebitin û nanê xwe bixwin.
13Lê hûn, xwişk û birano, ji qencîkirinê newestin. 14Îcar, eger yek guhdariya gotinên me yên ku di vê nameyê de ne neke, wî nîşan bikin û hevaltiyê bi wî re nekin, da ku şermî bibe. 15Wî wek dijmin nehesibînin, lê belê wek bira şîretan lê bikin.
Silavên Aştiyê
16Îcar bila Xudanê aştiyê bi xwe, hergav û bi her awayî aştiyê bide we. Xudan bi we hemûyan re be.
17Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Ev nîşan di her nameya min de ye, ez weha dinivîsim. 18Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be.

Currently Selected:

Selanîkî II, 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy