YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos I, 6

6
Ji bo Xulaman
1Hemû yên ku di bin nîrê xulamtiyê de ne, bila axayên xwe tam hêjayî hurmetê hesab bikin, da ku ji navê Xwedê û ji hîndariyê re peyvên xerab neyên gotin. 2Ew ên ku axayên wan bawermend in, ji ber ku ew bira ne, bila wan kêm nebînin. Lê bila hê bêtir xizmetê bikin, çimkî yên ku ji vê xizmetkariyê feydê distînin, bawermend û hezkirî ne.
Xezîna Rast
Van tiştan hîn bike û şîret bike. 3Eger yek tiştekî din hîn bike û qîma xwe bi gotinên Xudanê me Îsa Mesîh ên saxlem û bi hîndariya ku li gor jiyana xwedayî ye neyne, 4ew qure ye û tiştekî nizane, lê ew nexweşê gengeşî û devjeniya peyvan e. Çavnebarî, pevçûn, buxtan, gumanên xerab 5û devjeniyên bêrawestin ên wan mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê bêpar bûne, ji van tiştan derdikevin. Ew guman dikin ku jiyana xwedayî riya qezencê ye.
6Lê eger bi qinyatê be, jiyana xwedayî qezenceke mezin e. 7Me tiştek neaniye dinyayê û em nikarin tiştekî ji dinyayê bibin jî.#Eyûb 1:21 8Lê eger xwarin û wergirtina me hebe, em bi wan razî bin.#Şîretên Silêman 30:8 9Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin nav helakbûn û wêranbûnê.#Şîretên Silêman 23:4; 28:22 10Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê, ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.
Tembîhên Pawlos ji bo Tîmotêyos
11Lê tu, ey mirovê Xwedê, ji van tiştan bireve û bikeve pey rastdariyê, jiyana xwedayî, bawerî, hezkirin, ragirtin û nermiyê. 12Te li ber gelek şahidan şahidiya qenc da. Tekoşîna qenc a baweriyê bike û wê jiyana herheyî ya ku tu ji bo wê hatiyî gazîkirin bigire. 13Li ber Xwedayê ku jiyanê dide hemû afirînan û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiya qenc da, ez tembîh li te dikim#Yûhenna 18:37 14ku tu vî emrî heta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh bêleke û bêqusûr bigirî. 15Xwedê wê di wextê xwe de wî bide xuyakirin. Ew Desthilatdarê yekta û Pîroz e, Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e. 16Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne. Hurmet û karîna herheyî ji wî re be! Amîn.#Derketin 33:20
Tembîh ji bo yên Dewlemend
17Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.#Zebûr 62:10 18Bila ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, merd û ji bo levakirinê amade bin.
19Bi vî awayî ewê ji xwe re xezînekê bicivînin ku ji bo dema bê ji wan re bibe bingeheke saxlem, wisa ku ew jiyana rastîn bi dest bixin.
Tembîhên Dawî û Silav
20Ey Tîmotêyos! Tiştê ku li te hatiye spartin, biparêze. Xwe ji gotinên pûç û nepak û ji hevnegirtiniyên ku bi derew ji wan re «zanîn» tê gotin, bide paş. 21Hinekan ev yek dan pêş û ji baweriyê ketin.
Kerem li ser we be.

Currently Selected:

Tîmotêyos I, 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy