YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos I, 5

5
Danûstandina di nav Bawermendan de
1Li zilamê pîr nehile, lê wek ku bav e, pê re bide û bistîne. Bi yên xort re wek birayan,#Lêwiyî 19:32 2bi jinên pîr re wek diyên xwe û bi jinên ciwan re wek xwişkên xwe, bi hemû dilpakiyê bide û bistîne.
Li ser Jinebiyan
3Qedrê wan jinebiyan bigire yên ku bi rastî jinebî ne. 4Lê eger zarok, an neviyên jinebiyekê hebin, bila ew hîn bibin ku pêşî bi maliyên xwe re bi jiyana xwedayî bijîn û deynê dê û bavê xwe li wan vegerînin, çimkî ev yek bi dilê Xwedê ye. 5Ya ku bi rastî jinebî ye û tenê maye, wê hêviya xwe bi Xwedê ve girêdaye û şev û roj bi lava û duakirinê berdewam dike. 6Lê ya ku xwe dide kêfê, sax be jî mirî ye. 7Van tiştan tembîh bike, da ku ew bêqusûr bin. 8Lê eger yek li mirovên xwe, bi taybetî li maliyên xwe nenêre, wî bawerî înkar kiriye û ew ji bêbaweran jî xerabtir e.
9Jinebiya ku emrê wê ne di bin şêst salan re be, mêrek tenê kiribe 10û li ser wê bê gotin ku wê karên qenc kirine: Eger wê zarok mezin kiribin, eger mêvan qebûl kiribin, eger lingê pîrozan şuştibe, eger alîkariya tengezaran kiribe û li pey her karên qenc çûbe, bila navê wê di defterê de bê nivîsîn.
11Lê jinebiyên ku hê ciwan in qebûl neke, çimkî gava ew bi xwestekên xwe ji ba Mesîh tên xirandin, ew dixwazin mêr bikin 12û bi vî awayî ew dîwankirina xwe tînin, çimkî soza pêşî şikandine. 13Ji vê pê ve ew hîn dibin, torîtorî mal bi mal digerin. Û ne tenê torîtorî digerin, lê dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin. 14Ji bo vê yekê ez dixwazim ku ew jinebiyên ciwan mêr bikin, zarokan bînin û xweyîtiyê li malê bikin, da ku fersendê nedin neyarê baweriyê ku buxtanan bike. 15Çimkî ji xwe hin ji rê derketin û li pey Îblîs çûn. 16Eger jinebiyên jineke bawermend hebin, bila ew alîkariya wan bike û ji civînê re nebe bar, da ku civîn bikare alîkariya wan ên ku bi rastî jinebî mane bike.
Ji bo Rihspiyan
17Ew rihspiyên ku serweriya qenc dikin, bi taybetî ew ên ku di ber peyivîn û hînkirinê de zehmet dikişînin, bila du qat hêjayî siyanetê bên dîtin. 18Çimkî Nivîsara Pîroz dibêje: «Devê gayê ku gêrê dike, girênede»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:4 û «Pale hêjayî heqê xwe ye».#Lûqa 10:7; Metta 10:10 19Heta ku ne bi şahidiya dido an sisiyan be, sûcdariya li hember rihspiyekî qebûl neke.#Dubarekirina Şerîetê 19:15; Metta 18:16 20Wan ên ku guneh dikin, li ber hemûyan dengê xwe li wan hilde, da ku tirsa yên din jî hebe.
21Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber milyaketên bijartî tembîh li te dikim ku tu van tiştan bê alîgirtin biparêzî û tu tiştî ji bo xatir nekî.
22Destê xwe bi lez daneyne ser tu kesî, ne jî bibe hevparê gunehên hinekên din. Xwe paqij bigire.#Tîmotêyos I, 4:14; Karên Şandiyan 6:6; 13:1; Tîmotêyos II, 1:6
23Êdî tenê avê venexwe, lê ji bo zikê xwe û ji bo nexweşiyên xwe yên ku pirr caran tên, hinek şerab jî bixe nav.
24Gunehên hin mirovan kifş in û ji berî wan diçin ber dîwanê, lê gunehên hinekan jî li pey wan tên. 25Bi vî awayî kirinên qenc jî kifş in û ew ên ku ne kifş in jî nabe ku veşartî bimînin.

Currently Selected:

Tîmotêyos I, 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy