1
Tîmotêyos I, 6:12
Kurmanji Încîl
Te li ber gelek şahidan şahidiya qenc da. Tekoşîna qenc a baweriyê bike û wê jiyana herheyî ya ku tu ji bo wê hatiyî gazîkirin bigire.
Compare
Explore Tîmotêyos I, 6:12
2
Tîmotêyos I, 6:10
Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê, ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.
Explore Tîmotêyos I, 6:10
3
Tîmotêyos I, 6:6
Lê eger bi qinyatê be, jiyana xwedayî qezenceke mezin e.
Explore Tîmotêyos I, 6:6
4
Tîmotêyos I, 6:7
Me tiştek neaniye dinyayê û em nikarin tiştekî ji dinyayê bibin jî.
Explore Tîmotêyos I, 6:7
5
Tîmotêyos I, 6:17
Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.
Explore Tîmotêyos I, 6:17
6
Tîmotêyos I, 6:9
Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin nav helakbûn û wêranbûnê.
Explore Tîmotêyos I, 6:9
7
Tîmotêyos I, 6:18-19
Bila ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, merd û ji bo levakirinê amade bin. Bi vî awayî ewê ji xwe re xezînekê bicivînin ku ji bo dema bê ji wan re bibe bingeheke saxlem, wisa ku ew jiyana rastîn bi dest bixin.
Explore Tîmotêyos I, 6:18-19
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos