YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs I, 4

4
Ji bo Xwedê Jiyan
1Îcar çawa ku Mesîh di bedenê de cefa kişand, hûn jî bi eynî armancê xwe çekdar bikin. Çimkî yê ku di bedenê de cefa kişandiye, dev ji guneh berdaye. 2Wisa ku di dema jiyana xwe ya mayî de, ne li gor xwestekên mirovî, lê li gor daxwaza Xwedê bijîn. 3Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir. 4Ji wan re ecêb tê ku êdî hûn bi wan re li pey van pîsîtiyan nabezin û çêrî we dikin. 5Lê ewê hesab bidin wî yê ku amade ye dîwana mirî û zindiyan bike. 6Loma Mizgînî ji miriyan re jî hat dayîn, da ku di ruh de li gor Xwedê bijîn, bi ser ku ew di bedenê de wek mirovan hatine dîwankirin.
7Dawiya her tiştî nêzîk e; loma sergiran bin û ji bo duakirinê li ser hişê xwe bin. 8Berî her tiştî, bila hezkirina we ya ji hev re hergav germ be; çimkî hezkirin gelek gunehan dinixumîne.#Aqûb 5:20; Şîretên Silêman 10:12 9Bê pitepit ji hevdû re mêvanperwer bin. 10Her yek ji we, çi diyariya ruhanî standibe, bi wê wek şahneyên qenc ên kerema Xwedê ya cûr bi cûr, ji hev re xizmetê bikin. 11Eger yek dipeyive, bila peyvên Xwedê bêje. Eger yek xizmetê dike, bila bi wê hêza ku Xwedê daye bike, da ku Xwedê di her tiştî de bi destê Îsa Mesîh bê birûmetkirin. Rûmet û karîn her û her ên wî ne. Amîn.
Cefakişandina di Riya Mesîh de
12Hezkirîno, li ber tengahiyên wek êgir dijwar ên ku ji bo ceribandinê tên ser we, şaş nemînin û vê ecêb nebînin. 13Lê belê şa bibin ku hûn bûne hevparên cefayên Mesîh, da ku çaxê rûmeta wî xuya bû, hûn bi dilgeşiyeke mezin gelek şa bibin. 14Eger di ber navê Mesîh de hûn bên nizimkirin, xwezî bi we, çimkî Ruhê rûmetê, yanî Ruhê Xwedê li ser we dimîne. 15Lê bila tu kes ji we, ji bo mêrkujî, dizî, xerabîkirin û têkilbûna karên hinekên din cefayê nekişîne. 16Lê eger yek ji we ji ber ku Mesîhî ye cefayê bikişîne, bila ew şerm neke, lê bila bi vî navî pesnê Xwedê bide. 17Çimkî wext hat ku dîwan ji mala Xwedê dest pê bike. Eger ji me dest pê bike, dawiya wan ên ku li gor Mizgîniya Xwedê nakin wê çawa be? 18Û:
«Eger yê rast zor xilas bibe,
Êdî halê yê nepak û gunehkar wê çawa be?»#Ji: Şîretên Silêman 11:31
19Ji ber vê yekê, yên ku li gor daxwaza Xwedê cefayê dikişînin, bila bi qencîkirinê xwe bispêrin Afirandarê dilsoz.

Currently Selected:

Petrûs I, 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy