YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs I, 5

5
Li Keriyê Xwedê Binêrin
1Ez ê ku yek ji rihspiyan im û şahidê cefayên Mesîh û hevparê wê rûmetê me, ku wê bê, ez hêvî ji rihspiyên nav we dikim: 2Wek ku Xwedê ji we dixwaze, bi çavdêrîtî şivantiya keriyê Xwedê yê ku li ber we ye, ne ji mecbûrî lê ji dil bikin. Îcar vê ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî bikin.#Yûhenna 21:15-17 3Ne wek ku hûn hukumdariyê li wan ên ku li we hatine spartin bikin, lê belê ji bo kerî bibin mînak. 4Îcar gava ku Serokşivan xuya bibe, hûnê taca rûmetê ya ku qet naçilmise bistînin.
5Xortno, bi vî awayî bi ya rihspiyan bikin û hemû li hember hev nefsbiçûk bin. Çimkî:
«Xwedê li hember pozbilindan disekine
Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»#Ji: Şîretên Silêman 3:34
6Loma xwe di bin destê Xwedê yê hêzdar de nizim bikin, da ku di wextê xwe de we bilind bike.#Metta 23:12; Lûqa 14:11; 18:14 7Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe.
8Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne. 9Di baweriyê de hîmgirtî li hember wî bisekinin; çimkî hûn dizanin birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin. 10Lê Xwedayê hemû keremê yê ku bi Mesîh Îsa hûn gazî rûmeta xwe ya herheyî kirine, piştî ku hûn demeke kurt cefayê bikişînin, ew bi xwe wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike. 11Karîn her û her ji wî re be. Amîn.
Silavên Aştiyê
12Min bi destê Sîlas ê ku ez wî birayekî dilsoz hesab dikim, bi kurtî ji we re nivîsî, da ku ez we bişidînim û şahidî bikim ku kerema Xwedê ya rastîn ev e. Di vê de bimînin. 13Civîna li Babîlê ya ku bi we re hatiye bijartin û kurê min Marqos jî silavan li we dike. 14Bi ramûsana hezkirinê silavan li hev bikin.
Silamet li ser we hemûyan be, hûn ên ku yên Mesîh in.

Currently Selected:

Petrûs I, 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy