YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs I, 3

3
Jin û Mêr
1Jinno, bi vî awayî hûn jî bi ya mêrê xwe bikin. Wisa ku, eger hinek ji wan bi peyva Xwedê baweriyê neynin jî,#Efesî 5:22; Kolosî 3:18 2gava ew jiyana we ya hurmetkar û şîrhelal bibînin, bê gotin bi jiyana jina xwe bên qezenckirin. 3Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav, bi honandina porê xwe, bi wergirtina zêran û cilên spehî li xwe kirin be.#Tîmotêyos I, 2:9 4Lê bila xemla we ya ku xera nabe, bi heyina we ya veşartî, bi ruhê we yê rihet û nermê ku li ba Xwedê pirr hêja ye be. 5Çimkî di demên berê de jî, jinên pîroz ên ku hêviya xwe bi Xwedê ve girêdabûn, bi qebûlkirina desthilatiya mêrên xwe, weha xwe dixemilandin. 6Bi vî awayî Sarayê bi ya Birahîm kir û jê re got: «Mîrzayê min.» Eger hûn jî qenciyê bikin û ji tu tiştî nebizdin, hûn keçên wê ne.
7Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihîştî be, ji jina ku naziktir e re hurmetê bikin, çimkî ew bi xwe jî wêrisên kerema jiyanê ne. Wisa ku ji duayên we re asteng dernekeve.#Efesî 5:25; Kolosî 3:19
Cefakişandina di ber Rastiyê de
8Bi kurtî, hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin. 9Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin, çimkî ji bo ku bereketê mîras bistînin hûn hatin gazîkirin. 10Ji ber ku:
«Yê ku ji jiyanê hez dike
Û dixwaze rojên qenc bibîne,
Bila zimanê xwe ji xerabiyê
Û devê xwe ji gotina derew biparêze,
11Bila ew xwe ji xerabiyê dûr bixe û qenciyê bike,
Bila ew li aştiyê bigere û bikeve pey wê.
12Çimkî çavên Xudan li ser yên rast in
Û guhên wî ji bo duayên wan vekirî ne.
Lê rûyê Xudan li hember xerabkaran e.»#Ji: Zebûr 34:12-16
13Îcar, eger hûn ji dil û can bixwazin ya qenc bikin, kî wê xerabiyê li we bike? 14Lê eger hûn di ber rastiyê de cefayê bikişînin jî, xwezî bi we! Ji tiştê ku ew ditirsin, hûn netirsin û nebizdin,#Metta 5:10 15Lê Mesîh bi xudantî di dilê xwe de pîroz bikin. Hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin her kesê ku sedemê wê hêviya ku di dilê we de ye dipirse.#Îşaya 8:12-13 16Lê vê yekê bi nermî û hurmetê bikin. Bila wijdana we paqij be, da ew ên ku li ser jiyana we ya qenc a bi Mesîh bi xerabî dipeyivin di wan tiştên ku ketma we dikin de, bên şermezarkirin. 17Eger bi daxwaza Xwedê be, çêtir e ku em ne di ber xerabîkirinê, lê di ber qencîkirinê de cefayê bikişînin. 18Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir. Ew di bedenê de hat kuştin, lê ji aliyê Ruh ve hat vejandin. 19Ew bi ruh çû û ji ruhên di zîndanê de girtî re peyv got. 20Van ruhan berê, yanî di dema Nûh de, çaxê ku gemî dihat çêkirin û Xwedê bi bîhnfirehî sebir dikir, neguhdarî kir. Di wê gemiyê de çend kes, yanî heşt nefs ji avê derketin, xilas bûn.#Destpêk 6:9–8:22 21Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike. Imad ne şuştina qirêja bedenê ye, lê belê ew li ber Xwedê daxwaza wijdana paqij e. Ev yek bi vejîna Îsa Mesîh pêk hat. 22Ew hilkişiya ezmên, li milê Xwedê yê rastê ye û milyaket, desthilatî û hêz bi ya wî dikin.

Currently Selected:

Petrûs I, 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy