YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs I, 2

2
Kevirê Zindî û Gelê Bijartî
1Loma xwe ji her xerabiyê, ji her hîle, durûtî, çavnebarî û ji her cûre ketmê dûr bixin. 2Wek zarokên nûbûyî, bêriya şîrê safî û ruhanî bikin, da ku hûn bi wî ji bo xilasiyê mezin bibin. 3Çimkî we qenciya Xudan tam kiriye.#Zebûr 34:8
4Werin, nêzîkî kevirê zindî bibin ê ku ji aliyê mirovan ve hat redkirin, lê li ba Xwedê bijare û hêja ye. 5Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin. 6Çimkî di Nivîsara Pîroz de dibêje:
«Va ye, ez di Siyonê de kevirekî datînim
Kevirê hêja û bijare yê rikin.
Yê ku baweriyê bi wî bîne, qet nayê şermkirin.»#Ji: Îşaya 28:16
7Îcar ji bo we, hûn ên ku bawer dikin, ev kevir hêja ye; lê ji bo yên ku bawer nakin,
«Ew kevirê ku hostayan red kir,
Bû kevirê serê rikin.»#Ji: Zebûr 118:22
8û:
«Ji bo wan bû kevirê terpilînê
Û lata hilterpilînê.»#Ji: Îşaya 8:14-15
Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin.
9Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.»#Ji: Îşaya 43:20-21; Derketin 19:5-6 Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.
10Demekê hûn ne gel bûn,
Lê niha hûn gelê Xwedê ne.
Demekê rehm li we nebûbû,
Lê niha rehm li we bûye.#Binêre: Hoşêya 2:23
Wek Xizmetkarên Xwedê Bijîn
11Hezkirîno, ez ji we hêvî dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsî yên ku li hember can şer dikin, dûr bixin, ji ber ku hûn li vê dinyayê xerîb û mêvan in. 12Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn. Û eger wek ku hûn xerabkar in ketma we bikin jî, bila kirinên we yên qenc bibînin û di Roja Edaletê de pesnê Xwedê bidin.
13Ji bo xatirê Xudan, bi ya hemû sazûmanên mirovî bikin, dixwazî bila padîşahê ku di ser hemûyan re be, 14an jî dixwazî bila ew waliyên ku ji aliyê wî ve hatine şandin bin, da ku xerabkaran ceza bikin û rûmetê bidin qencîkeran. 15Çimkî daxwaza Xwedê ev e ku hûn bi kirina qenciyê dengê nezaniya mirovên bêaqil bibirin. 16Mîna mirovên azad bijîn, lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet, wek xulamên Xwedê bijîn. 17Ji hemûyan re hurmetê bikin. Ji biratiyê hez bikin. Ji Xwedê bitirsin û ji padîşah re hurmetê bikin.
Mînaka Êşkişandina Mesîh
18Xulamno! Bi hemû hurmetkariyê bi ya axayên xwe bikin; ne tenê bi ya qenc û berbiwêran, lê belê bi ya cirnexweşan jî bikin. 19Çimkî eger yek bi neheqî cefayê bikişîne û ji ber ku ji Xwedê ditirse xemgîniyê radigire, ev li Xwedê xweş tê. 20Eger ji ber xerabîkirinê li we bê xistin û hûn vê radigirin, ev ji bo we çi serbilindî ye? Lê eger hûn ji ber qencîkirinê cefayê bikişînin û hûn vê radigirin, ev li Xwedê xweş tê. 21Erê, ji bo vê yekê hûn hatin gazîkirin. Çimkî Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin.
22«Wî qet guneh nekir
Û peyveke bi hîle ji devê wî derneket.»#Ji: Îşaya 53:9
23Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî dîwanê dike.#Îşaya 53:7 24Wî li ser xaçê, gunehên me di bedena xwe de hilgirtin, da ku em li hember gunehan mirî bin û ji bo rastdariyê bijîn. We bi birînên wî şîfa dît.#Îşaya 53:5-6 25Çimkî hûn wek miyên ji rê averêyî bûn, lê belê niha hûn li Şivan û Çavdêrê canê xwe vegeriyan.

Currently Selected:

Petrûs I, 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy