1
Destpêk 3:6
Kurmanji Încîl
KURNT
Gava jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, li ber çavan xweş xuya dike û daxwaza zanabûnê dide, wê fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê jî li ba wê bû. Wê fêkî da wî û mêrik jî xwar.
比較
Destpêk 3:6で検索
2
Destpêk 3:1
Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê XUDAN çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”
Destpêk 3:1で検索
3
Destpêk 3:15
Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”
Destpêk 3:15で検索
4
Destpêk 3:16
Wî ji jinikê re got: “Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim Û bi êş tê zarokên xwe bînî. Tê hewcedarê mêrê xwe bî Ewê jî serwerê te be.”
Destpêk 3:16で検索
5
Destpêk 3:19
Heta ku tu vegerî axa tu jê hatî çêkirin, Tê nanê xwe bi xwêdana eniya xwe bixwî. Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.”
Destpêk 3:19で検索
6
Destpêk 3:17
Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî.
Destpêk 3:17で検索
7
Destpêk 3:11
Wî got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?”
Destpêk 3:11で検索
8
Destpêk 3:24
Piştî wî Adem qewitand û li aliyê rojhilatê Bexçeyê Êdenê, wî xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her alî ve dizivire bi cih kirin ku parastina riya dara jiyanê biparêzin.
Destpêk 3:24で検索
9
Destpêk 3:20
Adem navê jina xwe Hewa danî. Çimkî ew bû diya hemû mirovan.
Destpêk 3:20で検索
ホーム
聖書
読書プラン
ビデオ