YouVersion Logo
Search Icon

Aqûb 1

1
Silav
1Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, silavan li diwanzdeh eşîrên ku belav bûne dike.
Bawerî û Şehrezayî
2Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin. 3Çimkî hûn dizanin ceribandina baweriya we ragirtinê pêk tîne. 4Û bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be. 5Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn. 6Lê bila bi bawerî bixwaze û dudilî nebe. Çimkî yê ku dudilî dibe, wek pêla deryayê ye ya ku ba lê dixe û şeqil dide. 7Mirovekî weha bila nefikire ku ewê tiştekî ji Xudan bistîne. 8Ew mirovekî dudilî û di hemû riyên xwe de bêbiryar e.
Xizanî û Dewlemendî
9Birayê reben bila bi serbilindiya xwe, 10yê dewlemend jî bila bi rebeniya xwe pesnê xwe bide. Çimkî ewê wek kulîlka giyê derbas bibe.#Îşaya 40:6-7 11Ji ber ku roj bi germiya xwe ya bi şewat hiltê û giyê hişk dike. Kulîlka giyê dikeve û spehîtiya wê namîne. Bi vî awayî yê dewlemend jî wê di nav kar û xebata xwe de biçilmise.
Ceribandin
12Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne. 13Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: «Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.» Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne. 14Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin. 15Di pey de xwestek avis dibe û guneh tîne. Û çaxê ku guneh digihîje, mirinê tîne.
16Birayên min ên hezkirî, neyên xapandin! 17Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e, ji Bavê ronahiyan tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune. 18Wî li gor daxwaza xwe, bi peyva rastiyê jiyan da me, da ku em bibin cûreyeke berê pêşî yê afirînên wî.
Guhdarîkirin û Anîna Cih
19Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be. 20Çimkî hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne. 21Ji ber vê yekê her cûreyê pîsîtiyê û xerabiya ku pirr bûye ji ser xwe bavêjin. Bi nermî peyva ku di dilê we de hatiye çandin û dikare canê we xilas bike, qebûl bikin.
22Xwe nexapînin û nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih. 23Eger kesek guhdarê peyva Xwedê be û wê neyne cih, wek wî kesî ye ku di neynikê de li rûyê xwe yê rast dinêre. 24Ew li xwe dinêre, piştre diçe û di cih de ji bîr dike ka ew çawa ye. 25Lê belê yê ku li Şerîeta bêkêmahî ya ku azad dike, qenc dinêre û di wê de dimîne û tiştên ku dibihîze ji bîr nake, lê pêk tîne, ewê di karê xwe de bextewar be.
26Eger yek xwe dîndar dihesibîne, lê zimanê xwe desgîn nake û dilê xwe dixapîne, dîndariya wî pûç e. 27Li ba Bav Xwedê, dîndariya paqij û bêleke ev e ku mirov di tengahiyên sêwî û jinebiyan de here serdana wan û xwe ji lekeyên dinyayê biparêze.

Currently Selected:

Aqûb 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy