YouVersion Logo
Search Icon

Îbranî 13

13
Şîretên Dawî
1Bila birahezî mayîndar be. 2Mêvanperweriyê ji bîr nekin. Çimkî bi vê yekê hinekan bê ku bizanin milyaket kirin mêvan.#Destpêk 18:1-8; 19:1-3 3Girtiyan bînin bîra xwe, wek ku hûn bi wan re girtî ne û cefakêşan jî bînin bîra xwe, wek ku di bedenê de hûn jî wek wan in. 4Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be. Çimkî Xwedê wê dîwana fuhûşkar û zînakaran bike. 5Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye:
«Ez tu caran te nahêlim,
Ez tu caran te bernadim.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 31:6
6Wisa ku em bi ewlehî bêjin:
«Xudan alîkarê min e,
Ez natirsim.
Mirov wê çi bi min bike?»#Ji: Zebûr 118:6
7Rêberên xwe, yên ku peyva Xwedê ji we re gotine, bînin bîra xwe. Dawiya jiyana wan bînin ber çavên xwe û baweriya wan ji xwe re bikin mînak. 8Îsa Mesîh, duh, îro û her û her eynî ye. 9Bi hîndariyên xerîb û cihê vir de wê de neyên kişkişandin, çimkî qenc e ku dil bi kerema Xwedê xurt bibe, ne bi xwarinên taybetî. Yên ku bi van mijûl bûn tu feyde nedîtin. 10Gorîgeheke me heye ku yên di kon de xizmetê dikin, desthilatiya wan tune ku jê bixwin.
11Çimkî ew heywanên ku Serokkahîn xwîna wan ji bo guneh dibe nav Cihê Pîroz, termê wan li derveyî wargeh tê şewitandin.#Lêwiyî 16:27 12Ji ber vê yekê Îsa jî, ji bo ku bi xwîna xwe gel pîroz bike, li derveyî dergeh cefa kişand. 13Ji bo vê yekê em jî herin derveyî wargeh ba wî û şermezariya wî deynin ser xwe. 14Çimkî li vir bajarekî me yê ku bimîne, tune; lê em, li yê ku wê bê digerin. 15Loma em bi saya Îsa hergav wek goriyekê, pesnê Xwedê bidin, yanî fêkiyê lêvên ku navê wî eşkere dikin, pêşkêş bikin.#Zebûr 50:14 16Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva bikin. Çimkî goriyên weha li Xwedê xweş tên.
17Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be.
18Ji bo me dua bikin. Em piştrast in ku wijdana me paqij e û em dixwazin di her tiştî de bi awayekî rast rêve herin. 19Ez bi zêdehî hêvî ji we dikim ku hûn dua bikin, da ku ez zû li we bêm vegerandin.
Silavên Aştiyê
20Îcar Xwedayê aştiyê, Xudanê me Îsayê ku şivanê mezin ê miyan e, bi xwîna Peymana herheyî ji nav miriyan rakir, 21bila we bi her tiştên qenc rapêçe, da ku hûn daxwaza wî bînin cih û bila bi rêberiya Îsa Mesîh tiştê ku li wî xweş tê bi me bide kirin. Rûmet her û her ji wî re be. Amîn.
22Îcar birano, ez hêvî ji we dikim, van peyvên şîretê ragirin. Çimkî min ji we re kurt nivîsî. 23Bizanin ku birayê me Tîmotêyos serbest hat berdan. Eger di nêzîk de bê, ezê bi wî re bêm, we bibînim.
24Silavan li hemû rêberên xwe û li pîrozan bikin. Yên li Îtalyayê silavan li we dikin. 25Kerem li ser we hemûyan be. Amîn.

Currently Selected:

Îbranî 13: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy