YouVersion Logo
Search Icon

Aqûb 2

2
Li hember Cihêtiyê Rawestin
1Birayên min, hûn ên ku baweriyê bi Xudanê me yê bi rûmet Îsa Mesîh tînin, cihêtiyê nexin nav mirovan. 2Mesela, eger yekî bi gustîlka zêrîn û bi cilên şewqdar bê civîna we û yekî belengaz jî bi cilên qirêjî bê 3û hûn xatirê wî yê ku cilên şewqdar wergirtine bigirin û bêjin: «Kerem ke, li vir, li jor rûne» û ji yê belengaz re bêjin: «Li vir raweste» an: «Li ber lingên min rûne», 4ma hûn hingê di nav xwe de cihêtiyê nakin û nabin dadgerên fikirxerab?
5Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin? 6Lê belê, we yê belengaz bêrûmet kir. Ma yên ku serdestiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Ma ne ew in ku we dikişînin ber dadgehan? 7Ma ne ew in ku çêrî wî navê qenc dikin, ku li we hatiye kirin?
8Eger hûn li gor Nivîsara Pîroz a ku dibêje: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike»#Ji: Lêwiyî 19:18, Şerîeta Padîşahiyê pêk bînin, hûn qenc dikin. 9Lê eger hûn cihêtiyê bixin nav mirovan, hûn guneh dikin û hûnê ji aliyê Şerîetê ve sûcdar bên derxistin. 10Çimkî kî ku tevahiya Şerîetê pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e. 11Çimkî yê ku gotiye: «Zînayê neke», gotiye: «Nekuje» jî.#Ji: Derketin 20:13, 14; Dubarekirina Şerîetê 5:17, 18 Îcar, eger tu zînayê nekî, lê tu bikujî, te Şerîet şikandiye. 12Wek wan ên ku wê bi şerîeta ku azadiyê dide bên dîwankirin, weha bipeyivin û bikin. 13Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.
Bawerî û Kirin
14Birayên min, eger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî tunin, hingê çi feyde heye? Ma ew bawerî dikare wî xilas bike? 15Eger birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane be 16û yek ji we ji wan re bêje: «Bi xêr û silamet herin, germ bibin û têr bibin», lê hûn hewcedariya wan a bedenê nedin wan, hingê çi feyde heye? 17Bi vî awayî baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye.
18Lê belê yek wê bêje: «Baweriya te heye, kirinên min hene!» Bê kirinên xwe baweriya xwe nîşanî min bide û ezê bi kirinên xwe ve baweriya xwe nîşanî te bidim. 19Ma tu bawer dikî ku Xwedê yek e? Tu qenc dikî. Cin jî bawer dikin – û dilerizin. 20Ey mirovê bêhiş, ma tu dixwazî ku ji te re bê eşkerekirin, baweriya bêyî kirinan, bêkêr e? 21Ma bavê me Birahîm, gava ku kurê xwe Îshaq li ser gorîgehê pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe rastdar derket?#Destpêk 22:1-14 22Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî re dixebitî û baweriya wî bi kirinên wî temam bû. 23Bi vî awayî gotina vê nivîsarê hat cih: «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin»#Ji: Destpêk 15:6 û jê re dostê Xwedê hat gotin.#Romayî 4:3; Galatî 3:6 24Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê. 25Bi vî awayî, Rexaba fahîşe jî gava ku nêrevan qebûl kirin û ew di riyeke din re şandin, ma ew ne bi kirinan rastdar derket?#Yêşû 2:1-21; 6:22-25 26Îcar çawa ku bedena bê ruh mirî ye, wisa jî baweriya bê kirinan be, mirî ye.

Currently Selected:

Aqûb 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy