YouVersion Logo
Search Icon

Peyxam 2

2
Ji Civîna Bawermendên Efesê re
1«Ji milyaketê civîna bawermendên Efesê re binivîse:
‹Yê ku heft stêran di destê xwe yê rastê de digire û di navenda heft şamdankên zêrîn de rêve diçe, van tiştan dibêje: 2Ez bi kirinên te, bi xebata te û bi bîhnfirehiya te dizanim. Û ez dizanim ku tu nikarî xeraban ragirî. Û yên ku ji xwe re dibêjin şandî, lê ne şandî ne, te ew ceribandin û derewîn derxistin. 3Tu bîhnfireh î û te di ber navê min de li ber xwe da û tu newestiyayî. 4Lê belê gazineke min ji te heye: Te dev ji hezkirina xwe ya pêşî berdaye. 5Îcar bîne bîra xwe ku tu ji ku derê ketiyî; tobe bike û karên pêşî bike. An ku tu tobe nekî, ezê bêm te û ezê şamdanka te ji cihê wê rakim. 6Lê belê tiştekî te yê qenc heye: Tu ji kirinên Nîkolasiyan nefret dikî; ez jî ji wan karan nefret dikim.#2:6 Nîkolasî: Li gor hîndariya vê tarîqatê jiyana bêexlaqî tu tesîrê li jiyana ruhanî nake. Loma her çi dixwestin, dikirin.
7Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê xwarina ji dara jiyanê ya ku di bihişta Xwedê de ye bidim wî.›»#Destpêk 2:9
Ji Civîna Bawermendên Smîrnayê re
8«Ji milyaketê civîna bawermendên Smîrnayê re binivîse:
‹Yê ku Pêşî û Paşî ye, yê ku mir û careke din rabû, van tiştan dibêje: 9Ez bi tengahî û belengaziya te dizanim, lê belê tu dewlemend î! Ez bi buxtana wan ên ku ji xwe re dibêjin Cihû dizanim; ew ne Cihû ne, lê ew kinîşta Îblîs in. 10Ji wan tengahiyên ku tu li ber kişandinê yî netirse. Va ye, Îblîs wê hinan ji we bavêje zîndanê, da ku hûn bên ceribandin û hûnê deh rojan cefayê bikişînin. Heta mirinê dilsoz bimîne, ezê taca jiyanê bidim te.
11Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ji mirina diduyan qet ziyanê nabîne.›»
Ji Civîna Bawermendên Pergamayê re
12«Ji milyaketê civîna bawermendên Pergamayê re binivîse:
‹Yê ku şûrê wî yê dudeviyê tûj heye, van tiştan dibêje: 13Ez dizanim ku tu li ku derê rûdinî. Li dera ku textê Îblîs lê ye, tu li wê derê rûdinî. Û tu navê min hişk digirî û li wê dera ku Îblîs lê rûdine, di wan rojên ku di nav we de, şahidê min ê dilsoz Antîpas hat kuştin jî, te baweriya xwe ya ku bi min e înkar nekir. 14Lê belê piçek gazina min ji te heye: Li wê derê hin mirovên te hene ku hînkirina Balam digirin. Wî hînî Balaq kir ku zaryên Îsraêl ji rê derxe, da ku goriyên ji pûtan re hatine şerjêkirin bixwin û fuhûşiyê bikin.#Hejmartin 31:16; 25:1-3 15Bi vî awayî, wek wan, hin mirovên te jî hene ku hînkirina Nîkolasiyan digirin. 16Îcar tobe bike, an na ezê zûka bêm te û ezê li hember wan bi şûrê devê xwe şer bikim.
17Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê ji Mannayê veşartî bidim wî. Ezê kevirekî spî yê ku navekî nû li ser nivîsiye bidim wî; ji yê standî pê ve, kes nizane.›»#Derketin 16:14-35#2:17 Kevirê spî: Bi mana «xelata serketinê» tê bikaranîn.
Ji Civîna Bawermendên Tiyatîrayê re
18«Ji milyaketê civîna bawermendên Tiyatîrayê re binivîse:
‹Kurê Xwedê yê ku çavên wî wek pêta êgir in û lingên wî mîna wî tûncê xas ê ku dibiriqe, van tiştan dibêje: 19Ez bi kirinên te, bi hezkirina te, bi baweriya te, bi xizmet û bîhnfirehiya te dizanim û ez dizanim ku karên te yên paşî ji yên pêşî hê bêtir in. 20Lê belê gazineke min ji te heye: Tu dihêlî ew jin, Yezabel a ku ji xwe re dibêje pêxember, bi hînkirina xwe xulamên min ji rê derxe ku fuhûşiyê bikin û goriyên ku ji pûtan re tên şerjêkirin bixwin.#2:20 Yezabel: Bi mana sembolîk tê bikaranîn. Di Peymana Kevin de Yezabel şahbanûyek bû ku gelekî li hember Xwedê derdiket (Binêre: Padîşah I, 16:31; 18:4). Zarok (ayeta 23an) şagirtên wê jina li Tiyatîrayê ne. 21Min wext da wê, da ku tobe bike; lê ew naxwaze ji fuhûşiya xwe tobe bike. 22Va ye, ezê wê bavêjim nav nivîneke nexweşiya giran û yên ku bi wê re zînayê dikin, eger ji kirinên wê tobe nekin, ezê wan jî bixim tengahiyeke mezin. 23Û ezê li zarokên wê bixim û bikujim û hemû civîn wê bizanin ku yê li dil û daxwazan dikole ez im û ezê li gor kirinên her yekî ji we bidim we.#Şîretên Silêman 24:12 24Lê ez ji we yên din re dibêjim, hûn ên ku li Tiyatîrayê ne û li gor vê hînkirinê nakin û wan tiştên ku ji wan re ‹sirên Îblîs ên kûr› dibêjin, nizanin: Ez barekî din danaynim ser pişta we: 25Bi tenê heta ku ez bêm, tiştê ku bi we re ye hişk bigirin. 26-27Û ewê ku bi ser dikeve û heta dawiyê karên min li ba xwe digire, çawa ku min ji Bavê xwe standiye,
Ez jî, ezê li ser miletan hukumdariyê bidim wî.
Wek ku firaxên cerîn dişikênin,
Wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike.#Binêre: Zebûr 2:8-9
28Û ezê stêra sibê bidim wî.
29Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»

Currently Selected:

Peyxam 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy