YouVersion Logo
Search Icon

Peyxam 1

1
Destpêk
1Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide. Û wî ev bi destê milyaketê xwe şand û ew bi xulamê xwe Yûhenna da zanîn. 2Yûhenna jî li ser wan hemû tiştên ku wî dîtibûn şahidî kir, yanî li ser peyva Xwedê û li ser şahidiya Îsa Mesîh. 3Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e.
Silav
4Ji Yûhenna, ji heft civînên bawermendan re yên ku li herêma Asyayê ne:
Ji Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê û ji heft ruhên ku li ber textê wî ne#Derketin 3:14 5-6û ji Îsa Mesîhê ku şahidê dilsoz, nixuriyê miriyan û serokê padîşahên erdê ye, kerem û aştî li ser we be.
Rûmet û karîn her û her ji wî re be, ku ji me hez dike û bi xwîna xwe em ji gunehên me azad kirine û em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn. Amîn.#Derketin 19:6
7Va ye, ew bi ewran re tê.
Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî.
Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin.
Erê. Amîn.#Binêre: Daniyêl 7:13; Metta 24:30; Selanîkî I, 4:17; Zekeriya 12:10-14; Yûhenna 19:34
8Xudan Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê her tiştî, dibêje: «Alfa û Omêga Ez im.»#1:8 Alfa û Omêga: Destpêk û Dawî. Alfa û Omêga herfên pêşî û paşî yên alfabeya Yewnanî ne.
Dîtiniya Yûhenna ya li ser Îsa Mesîh
9Ez birayê we Yûhenna me yê ku bi Îsa re di tengahiyê de, di padîşahiyê û di bîhnfirehiyê de hevparê we ye. Ez di ber peyva Xwedê û di ber şahidiya Îsa de li wê giravê bûm ku jê re Patmos tê gotin. 10Di roja Xudan de Ruh hat ser min û min li pişt xwe dengekî bilind bihîst ku wek dengê boriyê bû 11û digot: «Tiştê ku tu dibînî, di kitêbê de binivîse û ji heft civînên bawermendan re bişîne, yên ku li Efes, Izmîr, Pergama, Tiyatîra, Sardeys, Filadelfiya û li Lawdikyayê ne.»#1:11 Dema ku ev hatibû nivîsîn, navê bajarê Îzmîrê «Smîrna» bû.
12Ez zivirîm, da ku ez wî dengê ku bi min re dipeyive bibînim. Îcar gava ez zivirîm, min heft şamdankên zêrîn dîtin. 13Di navenda çiradankan de min yek dît ku mîna Kurê Mirov bû, cilek heta bi lingan dirêj wergirtibû û kembereke zêrîn li singê wî girêdayî bû. 14Porê serê wî spî bû, wek livaya spî, mîna berfê bû. Û çavên wî wek pêta êgir bûn.#Daniyêl 7:9, 13; 10:6 15Lingên wî wek wî tûncê xas ê ku di firnê de hatiye sorkirin dibiriqî û dengê wî wek dengê xuşîna aveke boş bû.#Hezekiyêl 1:24 16Û di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn û ji devê wî şûrekî dudevî yê tûj derdiket. Rûyê wî wek wê roja ku bi hemû hêza xwe şewq dide bû.
17Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî. Wî jî destê xwe yê rastê danî ser min û got: «Netirse, ez Yê pêşî û Yê Paşî me.#Îşaya 44:6 18Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê miriyan bi min re ne. 19Îcar tiştên ku tu niha dibînî, tiştên ku bûne û yên ku ji niha û pê ve wê bibin, binivîse. 20Sira van stêrên ku te di destê min yê rastê de dîtine û ya heft şamdankên zêrîn ev e: Heft stêr milyaketên heft civînên bawermendan in û heft şamdank heft civîn in.

Currently Selected:

Peyxam 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy