YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 23

23
Îsa li ber Pîlatosê Walî
(Metta 27:1-2, 11-14; Marqos 15:1-5; Yûhenna 18:28-38)
1Tevahiya civînê rabû ser xwe û Îsa birin ber Pîlatos. 2Wan dest bi giliyê wî kir û gotin: «Me dît ku evê ha miletê me ji rê derdixe. Nahêle ku baca Qeyser bê dayîn û ji bo xwe dibêje ku ew Mesîh e, yanî padîşah e.» 3Pîlatos jê pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Wek ku te got.» 4Pîlatos ji serekên kahînan re û ji elaleta milet re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina vî mirovî nabînim!» 5Lê ew li ser ya xwe man û gotin: «Vî mirovî milet li seranserê Cihûstanê, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser lingan.»
Îsa li ber Hêrodês
6Gava Pîlatos ev bihîst, wî pirsî û got: «Ma ev mirov ji Celîlê ye?» 7Gava ew hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin hukumdariya Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêrodês. Hêrodês bi xwe jî di wan rojan de li Orşelîmê bû. 8Gava Hêrodês Îsa dît, ew gelek şa bû. Hê ji mêj ve wî dixwest ku wî bibîne, çimkî wî gelek tişt li ser Îsa bihîstibûn û hêvî dikir, ku Îsa li ber wî kerametekê bike. 9Wî jî gelek pirs li ber Îsa danîn, lê Îsa qet bersîva wî neda. 10Serekên kahînan û Şerîetzan li ser piyan rawestan û giliyê xwe li hember Îsa giran kirin. 11Hêrodês û leşkerên wî jî ew kêm dîtin û tinazên xwe pê kirin. Wan cilekî spehî yê ku diçirise lê kir û careke din ew vegerandin ba Pîlatos. 12Di wê rojê de Pîlatos û Hêrodês, yên ku beriya hingê dijminahî bi hev re dikirin, dostanî bi hev re danîn.
Îsa Cezayê Mirinê Distîne
(Metta 27:15-26; Marqos 15:6-15; Yûhenna 18:39–19:16)
13Pîlatos gazî serekên kahînan, serweran û xelkê kir 14û ji wan re got: «We ev mirovê ha anî ber min û we got ku ew gel ji rê derdixe. Min jî ew li ber we kişand pirsyariyê û min tu sûcê ku we dixistin stûyê wî, li ser wî nedîtin. 15Hêrodês jî nedît. Ji ber vê yekê wî ew li me vegerand. Û binêrin, vî mirovî tiştek nekiriye ku bê kuştin. 16-17Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.»#23:16-17 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Heçî Pîlatos bû, diviya ew di her cejnê de yekî girtî ji wan re ji zîndanê berde.»
18Lê koma elaletê bi dengekî kire qîrîn û got: «Vî ji ber çavê me rake, Barabas ji me re berde!» 19Heçî Barabas bû, ew ji ber serhildaneke di bajêr de û ji ber mêrkujiyê ketibû zîndanê. 20Pîlatos careke din bi wan re peyivî, çimkî wî dixwest Îsa berde. 21Lê wan kir qîrîn û gotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!» 22Hingê wî cara sisiyan ji wan re got: «Ka vî mirovî çi xerabî kiriye? Min tu sedemê kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.» 23Lê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qîrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ket. 24Pîlatos biryar da, ku daxwaza wan bê cih. 25Wî ewê ku ji ber serhildan û mêrkujiyê girtî bû û wan berdana wî dixwest, ji zîndanê berda û Îsa bi hêviya daxwaza wan ve hişt.
Xaçkirina Îsa
(Metta 27:31-44; Marqos 15:21-32; Yûhenna 19:17-27)
26Û gava ew dibirin, wan Şimûnê ku ji Kûrênê bû û ji zeviyê vedigeriya, girtin. Xaç danîn ser pişta wî ku ew wê li pey Îsa bibe. 27Elaleteke mezin ji xelkê li pey Îsa diçû, di nav wan de pîrek jî hebûn ku li singê xwe dixistin û li ser Îsa digirîn. 28Îsa li wan zivirî û got: «Ya keçên Orşelîmê, li ser min negirîn! Li ser xwe û zarokên xwe bigirîn! 29Va ye, roj wê bên ku mirov wê bêjin: ‹Xwezî bi yên ku bê ber in û xwezî bi wan zikên ku zarok neanîne û bi wan çiçikên ku nemêjandine!›
30Hingê mirov wê dest pê bikin û ji çiyan re bêjin:
‹Çiyano, bi ser me de bikevin!
Û ji giran re bêjin:
Girno, me veşêrin!›#Ji: Hoşêya 10:8
31Eger weha bi dara ter bikin, ma halê dara hişk wê bibe çi?»
32Û du mirovên din ên sûcdar jî dibirin, da ku ew jî bi Îsa re bên kuştin. 33Û çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê. 34Hingê Îsa got: «Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin.#23:34 Di hin destnivîsaran de ayeta 34 tune. 35Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Serwerên Cihûyan jî henekên xwe bi Îsa dikirin û digotin: «Wî kesên din xilas kirin; eger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê be, de bila xwe xilas bike!» 36Leşkeran jî tinazên xwe pê dikirin, ew nêzîkî wî bûn û sihik jê re anîn 37û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!» 38Û li ser depika ser serê wî weha hatibû nivîsîn: EV PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E.
39Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? De ka xwe û me xilas bike!» 40Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî? 41Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana wan tiştên xerab ên ku me kirine, distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!» 42Û ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!» 43Îsa jî lê vegerand û got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!»
Mirina Îsa
(Metta 27:45-56; Marqos 15:33-41; Yûhenna 19:28-30)
44-45Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya 46û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!›#Ji: Zebûr 31:5 » Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da. 47Gava sersedê leşkeran tiştê çêbûyî dît, wî pesnê Xwedê da û got: «Bi rastî ev mirovê ha, mirovekî rast bû.» 48Ew hemû xelkê ku ji bo dîtina van tiştan civiyabû, gava dît ku çi dibû, li singê xwe xist û vegeriya. 49Hemû nasên Îsa û ew jinên ku ji Celîlê li pey wî hatibûn, ji dûr ve rawestabûn û ev tiştên ha temaşe dikirin.
Veşartina Îsa
(Metta 27:57-61; Marqos 15:42-47; Yûhenna 19:38-42)
50Îcar zilamek bi navê Ûsiv hebû; ew endamekî civîna giregiran û mirovekî qenc û rast bû. 51Ev mirov bi xwestin û kirina civîna giregiran razî nebûbû. Ew ji bajarekî Cihûyan, ji Arîmetyayê bû û li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bû. 52Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. 53Gava cesed ji xaçê anî xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xist goreke ku di latê de hatibû kolan. Hê kesek tê de nehatibû veşartin. 54Ew roj roja Amadekirinê bû û roja Şemiyê dest pê dikir. 55Ew jinên ku ji Celîlê bi Îsa re hatibûn, li pey Ûsiv çûn, wan gor û çawa cesedê Îsa tê de hat danîn, dîtin. 56Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bîhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gor Şerîetê tu kar nekirin û bîhna xwe vedan.

Currently Selected:

Lûqa 23: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy