YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 22

22
Bêbextî û Xayîntiya Cihûda
(Metta 26:1-5, 14-16; Marqos 14:1-2, 10-11; Yûhenna 11:45-53)
1Cejna Nanê Şkeva ya ku jê re Cejna Derbasbûnê tê gotin, nêzîk dibû. 2Serekên kahînan û Şerîetzan li riyekê digeriyan, ka çawa Îsa bikujin, çimkî ew ji xelkê ditirsiyan. 3Hingê Îblîs ket dilê Cihûdayê ku jê re Îsxeryotî digotin. Ew yek ji her diwanzdehan bû. 4Cihûda rabû, çû ba serekên kahînan û serwerên parêzgerên Perestgehê, bi wan re peyivî, ka wê çawa bikare Îsa bide destê wan. 5Ew gelek şa bûn û bi wî re li hev hatin ku ew peran bidin wî. 6Cihûda jî razî bû û li keysekê geriya, bê ku elalet hebe, wî bide destê wan.
Amadekirina Şîva Cejna Derbasbûnê
(Metta 26:17-25; Marqos 14:12-21; Yûhenna 13:21-30)
7Û roja Cejna Nanê Şkeva hat, a ku diviya, tê de berxê goriya Cejna Derbasbûnê bê şerjêkirin. 8Îsa Petrûs û Yûhenna şandin û ji wan re got: «Herin, şîva Cejna Derbasbûnê ji me re amade bikin, da ku em bixwin!» 9Wan jî got: «Ma tu dixwazî ku em wê li ku derê amade bikin?» 10Wî li wan vegerand û got: «Gava hûn bikevin nav bajêr, mirovekî ku rahiştiye cerekî avê, wê rastî we bê. Hûnê li pey wî herin û herin wî xaniyê ku ew bikeviyê 11û ji malxwê malê re bêjin: ‹Mamoste ji te dipirse: Ka ew odeya mêvanan a ku ez li wê bi şagirtên xwe re şîva Cejna Derbasbûnê bixwim, li ku derê ye?› 12Hingê ewê li jor odeyeke mezin a raxistî nîşanî we bide. Li wê derê şîvê amade bikin.» 13Ew çûn, wan her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû, dîtin û şîva Cejna Derbasbûnê amade kirin.
Şîva Xudan
(Metta 26:26-30; Marqos 14:22-26; Korîntî I, 11:23-25)
14Gava bû çaxê şîvê, Îsa bi Şandiyan re li ser sifrê rûnişt 15û ji wan re got: «Hê ji berî ku ez cefayê bikişînim, dilê min gelek xwest ku ez bi we re vê şîva Cejna Derbasbûnê bixwim. 16Çimkî ez ji we re dibêjim, heta ku di Padîşahiya Xwedê de pêk neyê, ez tu caran ji vê cejnê naxwim.» 17Piştre wî rahişt kasekê, şikir kir û got: «Ha ji we re vê bistînin û di nav xwe de leva bikin. 18Çimkî ez ji we re dibêjim, heta Padîşahiya Xwedê neyê, ez qet ji ava mêwê venaxwim.» 19Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»
20Piştî şîvê wî kase hilda û got: «Ev kasa ha ya ku ji xwîna min e di ber we de hatiye rijandin, Peymana Nû ye. 21Lê va ye, destê wî yê ku min bide dest, bi min re li ser sifrê ye. 22Erê, Kurê Mirov wek ku biryar hatiye dayîn, wê here, lê belê wey li wî kesê ku wî bide dest.» 23Hemû şagirtan dest pê kir û ji hev pirsîn, ka kî ji wan e, yê ku wê vî karî bike?
Yê Mezin Kî Ye?
24Devjenî ket nav wan, ka kî ji wan wê yê mezin bê hesibandin. 25Îsa ji wan re got: «Padîşahên miletan hukumdariyê li ser wan dikin û yên ku serdestiyê li wan dikin, dixwazin ku ji wan re qencîxwaz bê gotin. 26Lê belê divê hûn ne wisa bin. Bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serek wek yê xulam be. 27Ma yê mezintir kî ye? Gelo yê li ser sifrê rûniştî, an yê ku xizmetê dike? Ma yê li ser sifrê rûniştî ne mezintir e? Lê ez di nav we de wek xizmetkarekî me.
28«Hûn ew in, yên ku di ceribandinên min de bi min re ragirtine. 29Û ezê ji we re padîşahiyekê bidim, çawa Bavê min ew daye min, 30da ku hûn di Padîşahiya min de li ser sifra min bixwin, vexwin û li ser textan rûnin û dîwana her diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.
Îsa ji pêşî ve li ser Înkarkirina Petrûs Dibêje
(Metta 26:31-35; Marqos 14:27-31; Yûhenna 13:36-38)
31«Şimûn, Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe. 32Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike.» 33Şimûn lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez amade me bi te re herim zîndanê û mirinê jî.» 34Îsa got: «Petrûs, ez ji te re dibêjim, hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.»
Xweamadekirina ji Tengahiyê re
35Îsa ji şagirtên xwe re got: «Çaxê min hûn bê xelîtik, bê tûr û bê pêlav şandin, ma tiştek ji we kêm bû?» Wan got: «Na, tu kêmahiya me nebû.» 36Îsa ji wan re got: «Lê niha ewê ku xelîtka wî heye, bila wê bi xwe re bîne, wisa jî yê ku tûrê wî heye û ewê ku bê şûr e, bila ebayê xwe bifiroşe û ji xwe re şûrekî bikirre. 37Çimkî ez ji we re dibêjim ku eva hatiye nivîsîn, divê li ser min bê cih, ku dibêje: ‹Û ew bi xerabkeran re hat hesabkirin.›#Ji: Îşaya 53:12 Çimkî tiştên ku li ser min hatine nivîsîn wê bên serî.» 38Wan got: «Ya Xudan, va ye, du şûr li vir hene.» Wî jî ji wan re got: «De bes e.»
Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê Dua Dike
(Metta 26:36-46; Marqos 14:32-42)
39Îsa derket û wek her car çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî çûn. 40Gava ew gihîşt wê derê, wî ji wan re got: «Dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.» 41Ew, hema bêje bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kir 42û got: «Ya Bavê min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.» 43Îcar milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî. 44Îsa ket berxwedaneke dijwar û bi kelegermî bêtir dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopên xwînê yên gir û diketin ser erdê.#22:44 Di hin destnivîsaran de ayetên 43-44 tune. 45Çaxê ku ew ji dua xwe rabû û li şagirtên xwe vegeriya, wî dît ku ew ji kederê bi xew ve çûne. 46Wî ji wan re got: «Çima hûn bi xew ve diçin? Rabin ser xwe û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.»
Girtina Îsa
(Metta 26:47-56; Marqos 14:43-50; Yûhenna 18:3-11)
47Hê ew wisa dipeyivî, birrek mirov, li pêşiya wan Cihûdayê ku yek ji her diwanzdeh şagirtan bû, bi ser wan de hat. Cihûda ber bi Îsa ve hat, da ku wî ramûse. 48Îsa jê re got: «Cihûda, ma tê bi ramûsanekê Kurê Mirov bidî destê wan?» 49Gava yên li dora wî dîtin, ka wê çi bibe, wan got: «Ya Xudan, ma em bi şûr lêxin?» 50Û yekî ji wan şûr avêt xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir. 51Lê Îsa got: «Bes e!» Wî destê xwe danî ser guhê wî û ew qenc kir.
52Piştre Îsa ji wê koma ku bi ser wî de hatibû re, ji serekên kahînan, serwerên parêzgerên Perestgehê û mezinan re got: «Hûn weha bi şûr û daran hatine; ma hûn hatine pêşiya rêbirekî? 53Çaxê ez her roj di Perestgehê de di nav we de bûm, we destê xwe dirêjî min nekir. Lê belê ev saeta we ye, serdestiya taristaniyê ye.»
Petrûs Îsa Înkar dike
(Metta 26:57-58, 67-75; Marqos 14:53-54, 66-72; Yûhenna 18:12-18, 25-27)
54Îcar wan Îsa girt û birin, ew xistin xaniyê Serokkahîn. Petrûs jî ji dûr ve li pey wî diçû. 55Gava di nav hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Petrûs di nav wan de rûnişt. 56Keçikeke berdestî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kirin û got: «Evê ha jî bi Îsa re bû.» 57Lê wî înkar kir û got: «Ya jinikê, ez wî nas nakim.» 58Piştî kêlîkekê, yekî din ew dît û got: «Tu jî yek ji wan î.» Petrûs lê vegerand û got: «Na camêr, ez ne ji wan im.» 59Gava nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji dil got: «Hema bi rastî evê ha jî bi wî re bû, çimkî ew ji Celîlê ye.» 60Lê Petrûs lê vegerand û got: «Ey camêr, ez nizanim ka tu çi dibêjî.» Hema hingê hê ew dipeyivî, dîk bang da. 61Hingê Xudan li pişt xwe zivirî, li Petrûs nêrî; îcar peyva Xudan hat bîra Petrûs, çawa ku wî jê re gotibû: «Hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.» 62Petrûs derket derve û bû kûrkûra giriyê wî.
Parêzger bi Îsa Dikenin û li Wî Dixin
63Îcar ew zilamên ku Îsa girtibûn, pê kenîn û lê xistin. 64Wan çavên wî girêdan, jê pirsîn û gotin: «De ka pêxemberîtiyê bike, yê ku li te xist kî ye?» 65Û wan hê bêtir gotinên bêfihêt jê re gotin.
Îsa di Civîna Giregirên Cihûyan de
(Metta 26:59-66; Marqos 14:55-64; Yûhenna 18:19-24)
66Gava bû roj, rihspiyên milet, serekên kahînan û Şerîetzan li hev civiyan. Û ew anîn civîna xwe ya giregiran 67û ji wî re gotin: «Eger tu Mesîh î, ji me re bêje!» Îsa bersîva wan da û got: «Eger ez ji we re bêjim, hûn qet bawer nakin 68û eger ez ji we bipirsim jî, hûn qet bersîva min nadin. 69Lê ji niha û pê ve ‹Kurê Mirov wê li tenişta rastê ya hêza Xwedê rûne.›#Ji: Zebûr 110:1 » 70Îcar hemûyan bi hev re jê pirsî: «Nexwe tu Kurê Xwedê yî?» Wî jî ji wan re got: «Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.» 71Wan got: «Ma çi hewcedariya me bi şahidiyê heye? Me bi xwe ji devê wî bihîst.»

Currently Selected:

Lûqa 22: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy