YouVersion Logo
Search Icon

Aqûb 3

3
Bi Zimanê Xwe Karîn
1Birayên min, bila gelek ji we nebin mamoste, çimkî hûn dizanin em ên ku hîn dikin, emê di dîwana hê girantir re derbas bibin. 2Em hemû di gelek tiştan de diterpilin. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn bike û ew mirovekî gihîştî ye. 3Ji bo ku li ber me serî deynin em lixabê dixin devê hespan û bi vî awayî em hemû bedena wan jî dizivirînin. 4An li gemiyan binêrin: Bi ser ku ewqas mezin in û bi bayên xurt tên kaşkirin, dilê kotelvan ku derê bixwaze, bi koteleke biçûk berê wê bi wî alî ve dike. 5Bi vî awayî ziman jî endamekî biçûk e, lê bi tiştên mezin pesnê xwe dide.
Binêrin, çirûskeke biçûk dikare daristaneke çiqas mezin bişewitîne! 6Wisa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir. 7Çimkî her cûre heywanên kûvî û teyr, yên ku dişêlin û afirîdên deryayê ji aliyê mirov ve tên girtin û hatine girtin. 8Lê ji mirovan tu kes nikare zimên bigire. Ziman, bi jehra mirinê tije ye, xerabiyeke bêrawestin e. 9Bi zimên em Bav Xudan pîroz dikin û bi zimên em nifiran li wan mirovên ku di mînaka Xwedê de hatine afirandin, dikin. 10Ji eynî devî pîrozkirin û nifir derdikeve. Birayên min, divê ev ne weha be. 11Ma ji çavkaniyekê hem ava şêrîn û hem jî ava tehl derdikeve? 12Birayên min, ma dara hêjîrê dikare zeytûnan, an jî mêw dikare hêjîran bide? Wisa jî kaniya ava şor nikare ava şêrîn bide.
Yê Şehreza Kî Ye
13Di nav we de yê fêmdar û şehreza kî ye? Bila ew bi awayê jiyana xwe ya qenc kirinên xwe di nav nermiya şehrezayiyê de nîşan bide. 14Lê eger di dilê we de çavnebariya tehl û hevrikî hebe, pesnê xwe nedin û li hember rastiyê derewan nekin. 15Ev şehrezayî ne ya ji jorê ye, lê belê şehrezayiya dinyayî, nefsanî û cinî ye. 16Çimkî li ku derê çavnebarî û hevrikî hebe, li wê derê tevlihevî û her kirina xerab hene. 17Lê şehrezayiya ku ji jor e, berî her tiştî paqij e; piştre aştîhez, berbiwêr û nerm e. Bi rehmê û berê qenc tije ye, alînegir û ne durû ye. 18Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.

Currently Selected:

Aqûb 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy