YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî II, 1

1
Silav
1Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotêyos,
ji civîna bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bavê me Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e:
2Ji Bav Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Vegerîna Îsa û Dîwana Dawî
3Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe. 4Wisa ku em bi xwe jî di nav civînên Xwedê yên bawermendan de, ji bo semax û baweriya we ya li hember wan hemû cefa û tengahiyên ku hûn dikişînin, pesnê xwe bi we didin. 5Ev yek nîşana dîwankirina Xwedê ya dadperwer e. Wisa ku hûn hêjayî Padîşahiya Xwedê bin, ku hûn di ber de tengahiyê dikişînin. 6Çimkî, ev di çavê Xwedê de rast e ku tengahiyê bide wan ên ku tengahiyê didin we 7û we bi me re rihet bike, hûn ên ku tengahiyê dikişînin. Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe, 8hingê ewê heyfê ji wan ên ku Xwedê nas nakin û ji wan ên ku bi ya Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin, bistîne. 9Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin. 10Wê Rojê gava ew bê, ewê di nav pîrozên xwe de bê birûmetkirin û ji aliyê hemû bawermendan ve bi heyranî bê dîtin. Hûn jî, hûnê di nav wan de bin, çimkî we baweriya xwe bi şahidiya me anî.
11Ji bo vê yekê em hergav ji bo we dua dikin, ku Xwedayê me we bike hêjayî vê gazîkirinê û bi hêza xwe her daxwaza we ya qenc û kirinên we yên ji baweriyê pêk bîne. 12Wisa ku li gor kerema Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, navê Xudanê me Îsa Mesîh bi we bê birûmetkirin û hûn bi wî bên birûmetkirin.

Currently Selected:

Selanîkî II, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy