YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî I, 5

5
1Lê ji bo dem û wextan birano, ne hewce ye ku em tiştekî ji we re binivîsin. 2Hûn bi xwe qenc dizanin, ka diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê.#Metta 24:43; Lûqa 12:39; Petrûs II, 3:10 3Gava xelk dibêjin: «Dinya aştî û ewledarî ye», hingê wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin. 4Lê hûn birano, hûn ne di tariyê de ne, ku ew roj wek dizan bi ser we de bigire. 5Çimkî hûn hemû zarokên ronahiyê û zarokên rojê ne. Em ne ji şevê û ne jî ji tariyê ne. 6Nexwe em wek ên din ranezin, lê em hişyar û li ser hişê xwe bin. 7Çimkî ew ên ku radizin, bi şev radizin û ew ên ku serxweş dibin, bi şev serxweş dibin. 8Lê ji ber ku em ji rojê ne, divê em li ser hişê xwe bin û zirxê bawerî û hezkirinê wergirin û kumzirxê hêviya xilasiyê bidin serê xwe.#Îşaya 59:17; Efesî 6:13-17 9Çimkî Xwedê em ne ji bo xezebê nîşan kirine, lê em nîşan kirine, da ku em bi Xudanê me Îsa Mesîh bigihîjin xilasiyê. 10Ew ji bo me mir, da ku, dixwazî em hişyar an jî razayî bin, em bi wî re bijîn.#5:10 «hişyar an razayî» li vir bi vê manê ye: «zindî an mirî». 11Ji bo vê yekê, wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin.
Tembîh û Silavên Aştiyê
12Îcar em hêvî ji we dikin birano, bizanin ew ên ku di nav we de dixebitin, di baweriya Xudan de serweriyê li we dikin û şîretan li we dikin, kî ne! 13Ji bo xebata wan ji wan hez bikin û bi zêdehî siyaneta wan bigirin. Bi hev re di aştiyê de bin. 14Birano, ji bo vê yekê em ji we hêvî dikin: Şîretan li yên ku jiyana wan bêserûber e bikin, hanê bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan, li hember hemû mirovan bîhnfireh bin. 15Hay jê hebin, bila tu kes di şûna xerabiyê de xerabiyê li yekî neke, lê hergav bikevin pey qenciyê, hem ji bo hev, hem jî ji bo hemû mirovan.
16Hergav şa bibin, 17bê rawestin dua bikin, 18di her tiştî de şikir bikin, çimkî daxwaza Xwedê, bi Mesîh Îsa ji bo we ev e. 19Ruhê Pîroz netemirînin. 20Pêxemberîtiyan kêm nebînin. 21Her tiştî ji hev derxin, tiştê qenc hişk bigirin. 22Xwe ji her cûreyê xerabiyê dûr bixin.
23De bila Xwedayê aştiyê bi xwe we bi tevahî pîroz bike û hemû ruhê we, canê we û bedena we ji bo hatina Xudanê me Îsa Mesîh, bêqusûr bê parastin. 24Ewê ku gazî we dike, dilsoz e û ewê bike jî.
25Birano! Ji bo me jî dua bikin.
26Bi ramûsana pîroz silavan li hemû birayan bikin. 27Ez li ber Xudan tembîh li we dikim ku ev name, li ber hemû birayan bê xwendin.
28Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we be.

Currently Selected:

Selanîkî I, 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy