YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos II, 3

3
Xerabiyên Rojên Dawî
1Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên. 2Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak, 3bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê, 4xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin. 5Wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe. 6Yên ku bi qurnazî dikevin nav malan û wan jinên gêjik ên ku bi guneh hatine barkirin û bi her cûreyê xwestekên xerab tên ajotin bindest dikin, ji van in. 7Ew jinên gêjik hergav hîn dibin, lê tu caran nikarin bigihîjin zanîna rastiyê. 8Çawa Yanîs û Yambrîs li ber Mûsa rabûn, wisa jî ev mirov li dijî rastiyê radiwestin. Fikrên van mirovên ha xera bûne û di baweriyê de hatine redkirin.#Derketin 7:11, 22; 8:3 9Lê ew gelekî pêşve naçin, çimkî bêfêmiya wan jî wê ji hemûyan re kifş bibe, çawa ya wan herduyan jî kifş bû.
Hişyarkirin
10Lê haya te ji hînkirina min, rabûn û rûniştina min, mebesta min, baweriya min, bîhnfirehî û hezkirina min, ragirtina min, 11tengahî û cefayên min heye. Tu dizanî li Entakyayê, li Qonyayê, li Lîstrayê çi tişt hatin serê min. Min di çi cefayan de ragirt! Lê Xudan ez ji hemûyan rizgar kirim.#Karên Şandiyan 13:14–14:22; Zebûr 34:19 12Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin.#Yûhenna 15:20 13Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin. 14Lê heçî tu yî, tu di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî. 15Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî. 16Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê, 17da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be.

Currently Selected:

Tîmotêyos II, 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy