YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos II, 2

2
Leşkerê Îsa Mesîh yê Qenc
1Îcar kurê min, tu bi wê kerema ku bi Mesîh Îsa ye, bi hêz bibe. 2Û wan tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine, bispêre wan mirovên dilsoz ên ku wê bikarin hînî hinekên din bikin. 3Wek leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa bi min re tengahiyê bikişîne. 4Yê ku leşkeriyê dike, tevli karên vê jiyanê nabe, da ku li wî yê ku ew gazî leşkeriyê kiriye, xweş bê. 5Sporvanek jî heta li gor rêbazan nekeve hevbezînê, çelenga serfiraziyê nastîne. 6Û cotkarê ku zehmet dikişîne, divê ew pêşî ji berê erdê par bistîne. 7Li ser bifikire ku ez çi dibêjim, çimkî Xudan wê di her tiştî de fêmdariyê bide te.
8Îsa Mesîh bîne bîra xwe, ku ji nav miriyan hat rakirin û ji dûndana Dawid e. Mizgîniya ku ez didim zanîn ev e. 9Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye. 10Loma ez ji bo xatirê bijartiyan her tiştî radigirim, da ku ew bi rûmeta herheyî bikevin wê xilasiya ku bi Mesîh Îsa ye. 11Ev peyv dilsoz e:
Eger em bi wî re mirine,
Emê bi wî re bijîn jî.
12Eger em ragirin,
Emê bi wî re padîşahiyê jî bikin.
Eger em wî înkar bikin,
Ew jî wê me înkar bike.#Metta 10:33
13Eger em dilsoz nemînin jî,
Ewê dilsoz bimîne,
Çimkî ew nikare xwe bi xwe înkar bike.#Binêre: Hejmartin 23:19
Paleyê Ketî û Rabûyî
14Van tiştan bîne bîra wan û wan li ber Xwedê hişyar bike, da ku li ser peyvan devjeniyê nekin. Feyda vê yekê tune, bi tenê guhdaran hildiweşîne. 15Xîretkêşiyê bike ku tu xwe karkerekî bi dilê Xwedê û yekî ku neyê şermkirin pêşkêşî wî bikî; peyva rastiyê rast bi kar bîne. 16Xwe ji peyivîna nepak û pûç dûr bixe, çimkî ew ên ku xwe dane vê yekê, wê di jiyana nepakiyê de hê pêşvetir herin 17û peyvên wan, wê wek penceşêrê belav bibin. Hîmenayos û Filîtos jî ji wan in.#2:17 Penceşêr: Nexweşiyeke giran; lareş, an jî cûreyeke kansêrê ye. 18Ew ji rastiyê derketin û dibêjin, ku vejîn êdî çêbûye û baweriya hinekan serobino dikin. 19Lê belê bingeha ku Xwedê danî, saxlem disekine û ev mor li ser e: «Xudan, yên xwe nas dike»#Ji: Hejmartin 16:5; Yûhenna 10:14 û «Her kesê ku navê Xudan eşkere dike, bila ew xwe ji neheqiyê dûr bixe».#Hejmartin 16:26 20Di maleke mezin de ne bi tenê firaxên ji zêr û zîv hene, lê yên ji dar û ji herriyê jî hene; hinek ji bo karên birûmet û hinek jî ji bo karên bêrûmet in. 21Îcar, eger yek xwe ji wan tiştan paqij bike, ewê bibe firaxeke ji bo karên birûmet, pîrozkirî û ji bo bikaranîna xwediyê xwe xweşkeys û ji bo hemû karên qenc amade. 22Ji xwestekên xortaniyê bireve û bi wan ên ku ji dilekî paqij gazî Xudan dikin re li pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê bibeze. 23Tu xwe ji munaqeşeyên bêaqil û bêfêm dûr bixe, çimkî tu dizanî ku şer ji wan derdikeve. 24Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be. 25Divê ew bi nermî şîretan li yên dijraber bike, belkî Xwedê fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin 26û bi ser hişê xwe ve bên, wisa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.

Currently Selected:

Tîmotêyos II, 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy