YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos I, 3

3
Ji bo Çavdêrên Civîna Bawermendan
1Ev peyv dilsoz e: Eger yek ji dil çavdêriyê bixwaze, ew karekî qenc dixwaze. 2Îcar divê çavdêr bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, di hedê xwe de, sergiran, birêz, mêvanperwer û di hînkirinê de jêhatî be, 3ne bindestê şerabê be, ne zordar be, lê berbiwêr be, ne şerûd be û ji peran hez neke. 4Bila ew qenc xweyîtiyê li mala xwe bike, edeba zarokên wî tam be û peyva xwe bi wan bide kirin. 5Çimkî eger yek nezane xweyîtiyê li mala xwe bike, ewê çawa xema civîna bawermendan a Xwedê bixwe? 6Bila ew ne bawermendekî nû be, da ku qure nebe û wek Îblîs neyê dîwankirin. 7Ji bilî vê, divê di nav yên li derve jî navê wî bi qencî derketibe, da ku lome li wî neyên kirin û ew nekeve xefika Îblîs.#Tîtos 1:6-9
Ji bo Xizmetkarên Civîna Bawermendan
8Wisa jî bila alîkar birêz bin, ne peyvguhêr bin, xwe nedin vexwarina şerabê, li pey qezenca nerast nekevin, 9bi wijdana paqij xwediyê sira baweriyê bin. 10Û evên ha jî bila pêşî bên ceribandin; eger bêqusûr bin, hingê bila xizmetkariyê bikin. 11Bi vî awayî bila jin jî birêz bin, ne buxtanker, lê di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin.#3:11 Weha jî tê fêmkirin: «Jinên ku xizmetkariyê dikin» (Romayî 16:1). 12Bila alîkar, mêrê jinek tenê be, qenc xweyîtiyê li mala xwe û li zarokên xwe bike. 13Çimkî yên ku xizmetkariya qenc dikin, ji xwe re cihekî qenc û di wê baweriyê de, ku bi Mesîh Îsa ye, cesareteke mezin qezenc dikin.
Sira Mezin
14Ez van tiştan bi hêviya ku ezê zû bêm ba te ji te re dinivîsim, 15da ku eger ez bi derengî bikevim jî, tu bizanî, divê çawa di mala Xwedê de bê rabûn û rûniştin. Ew, Civîna Xwedayê jîndar e û stûn û hîmê rastiyê ye. 16Bêguman, sira jiyana xwedayî mezin e:
Ew di bedenê de xuya bû,
Ji aliyê Ruh ve rast hat derxistin,
Ji aliyê milyaketan ve hat dîtin,
Di nav miletan de hat danbihîstin.
Di dinyayê de hat bawerkirin
Û bi rûmet hat hilkişandin.

Currently Selected:

Tîmotêyos I, 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy