YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos I, 2

2
Li ser Dua û Civînê
1Îcar berî her tiştî ez ji we dixwazim ku ji bo hemû mirovan lava, dua, mehder û spasî bê kirin, 2wisa jî ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran bikin, da ku em bi hemû tirsa Xwedê û bi rêz û edeb jiyaneke bêhengame û bê teq û req bijîn. 3Li ber Xilaskarê me Xwedê ev qenc e û bi dilê wî ye; 4ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê.#Hezekiyêl 18:23 5Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e, 6yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl. Şahidiya ku di wextê xwe de hatiye dayîn ev e. 7Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê.
8Loma ez dixwazim ku zilam li her derê destên xwe yên ji guneh bêrî hildin, bê hêrs û bê gotûbêj dua bikin.
9Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha,#Petrûs I, 3:3 10lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin. 11Bila jin bêdeng û tam bi guhdanê hîn bibe. 12Ez destûrê nadim jinê ku hîn bike, an jî serweriyê li mêran bike, lê bila bêdeng be. 13Çimkî pêşî Adem hat afirandin û paşê Hawa. 14Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û sûc kir.#Destpêk 2:7; 2:21-22; 3:1-6 15Lê eger bi edebê di bawerî, hezkirin û pîroziyê de bimîne, bi anîna zarokan wê xilas bibe.

Currently Selected:

Tîmotêyos I, 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy