1
Lûqa 19:10
Kurmanji Încîl
KURNT
Ji bo vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»
Karşılaştır
Lûqa 19:10 keşfedin
2
Lûqa 19:38
Wan digot: «Pîroz be ew Padîşahê Ku bi navê Xudan tê. Li ezmên silamet Û li bilindahiyan rûmet!»
Lûqa 19:38 keşfedin
3
Lûqa 19:9
Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.
Lûqa 19:9 keşfedin
4
Lûqa 19:5-6
Û çaxê Îsa hat wî cihî, li jor nêrî û jê re got: «Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, çimkî divê îro ez li mala te bibim mêvan.» Wî lezand, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe.
Lûqa 19:5-6 keşfedin
5
Lûqa 19:8
Lê Zexayos li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.»
Lûqa 19:8 keşfedin
6
Lûqa 19:39-40
Hin ji Fêrisiyan, yên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!» Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»
Lûqa 19:39-40 keşfedin
Ana Sayfa
Kutsal Kitap
Okuma Planları
Videolar