YouVersion Logo
Search Icon

Cihûda 1

1
Silav
1Ji Cihûda, xulamê Îsa Mesîh û birayê Aqûb,
ji gazîkiriyên ku ji aliyê Bav Xwedê ve tên hezkirin û bi Îsa Mesîh tên parastin re:
2Aştî, rehm û hezkirin ji we re zêde bibe.
Guneh û Dîwan
3Hezkirîno, çaxê min bi xîretkêşî xwest li ser xilasiya me ya hevpar ji we re binivîsim, min xwe mecbûr dît ku ez binivîsim û ji we hêvî bikim ku hûn, ji bo baweriya ku yekcar li pîrozan hatiye spartin, tekoşînê bikin. 4Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê hatine destnîşankirin.
5Îcar her çiqas hûn her tiştî dizanin jî, ez dixwazim bînim bîra we ku Xudan gelê xwe ji diyarê Misrê xilas kiribe jî, yên ku bawer nekirin, piştre helak kirin.#Derketin 12:51; Hejmartin 14:29-30 6Û wî ew milyaketên ku serwertiya xwe neparastin, lê belê dev ji rûniştgehên xwe berdan, bi zincîrên herheyî ji bo dîwana Roja Mezin di bin tariyê de hilanîn. 7Bi eynî awayî Sodom, Gomora û bajarên der û dora wan jî wek wan fuhûşî kirin û ketin pey bedenên din. Ew bajar bi kişandina cezayê agirê herheyî bûn mînak.#Destpêk 19 8Lê evên ha jî bi eynî awayî dikevin pey xeyalan û bedenê murdar dikin, hukumdariya Xudan red dikin û çêrî yên xweyî rûmet dikin. 9Lê belê gava ku serekmilyaket Mîxayîl li hember Îblîs derket û ji bo cesedê Mûsa munaqeşe kir, ranebû ku bi çêrkirinê wî sûcdar bike. Lê tenê got: «Bila Xudan dengê xwe li te hilde!» 10Lê evên ha, çêrî tiştên ku nizanin dikin û wek heywanên bêfêm, bi tiştên ku ji ber xwe fêm dikin, helak dibin. 11Wey li wan! Ew li ser riya Qayîn çûn û ji bo qezencê xwe avêtin nav xapandina Balam û di serhildana Qorax de helak bûn.#1:11 Qayîn: Destpêk 4:3-8; Balam: Hejmartin 22; Qorax: Hejmartin 16 12Evên ha di ziyafetên we yên hezkirinê de bê tirs dixwin û vedixwin, ew leke ne. Ew mîna wan şivanan in ku bi tenê xwe xweyî dikin. Ewrên bêbaran in ên ku li ber bayê diçin; darên payîzê yên bêfêkî ne, ew du caran mirine û ji ra ve hatine hilkirin. 13Ew wek şeqilên deryayê yên hêç ên ku kef didin, şerma xwe direşînin. Ew wek stêrên serserî ne ku ji bo wan tariya reş her û her hatiye hilanîn. 14Henoxê ku piştî Adem ji nifşê heftan e li ser wan weha pêxemberîtî kir: «Va ye, Xudan bi deh hezarên xwe yên pîroz ve hat,#Destpêk 5:18-24 15da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişk ên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî.» 16Evên ha pitepit dikin, gazinan dikin, li gor xwestekên xwe rêve diçin, devê wan peyvên mezin dibêjin, ji bo qezencê siyaneta xelkê digirin.
Hişyarî û Şîret
17Lê hûn, ey hezkirîno, gotinên ku ji pêşî ve ji aliyê Şandiyên Xudanê me Îsa Mesîh ve hatine gotin, bînin bîra xwe, 18ku ji we re digotin: «Di dema dawî de tinazkarên ku li gor xwestekên xwe yên nepak rêve diçin, wê derkevin.»#Petrûs II, 3:3 19Ev ew in, ên ku dubendiyê dikin, nefsanî ne û ji Ruh bêpar in. 20Lê hûn, ey hezkirîno, xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin, bi Ruhê Pîroz dua bikin, 21xwe di hezkirina Xwedê de bigirin û ji bo jiyana herheyî li hêviya rehma Xudanê me Îsa Mesîh bimînin. 22Li yên ku dudilî ne, rehmê bikin. 23Yên ku di nav êgir de ne, bikişînin û xilas bikin, li hinekên din bi tirs werin rehmê, lê heta bila cênika we ji kirasên ku ji bedena gunehkar lewitîne jî biçe.
Pesin ji Xwedê re
24Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe; 25bila ji beriya deman ve, niha û her û her, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh rûmet, mezinahî, karîn û desthilatî jê re be. Amîn.

Currently Selected:

Cihûda 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy