YouVersion Logo
Search Icon

Kolosî 1

1
Silav
1Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê, Şandiyê Mesîh Îsa ye û ji birayê me Tîmotêyos,
2ji pîroz û ji birayên dilsoz ên ku bi Mesîh re ne û li Koloseyê ne:
Ji Bavê me Xwedê, kerem û aştî li ser we be.
Spasî û Dua
3Gava ku em ji bo we dua dikin, em ji Xwedê, ji Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh re hergav şikir dikin. 4Çimkî me li ser baweriya we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst. 5Ev, ji hêviya ku li ezmanan hilanî ye tê. We ev hêvî berê di peyva rastiyê de, di Mizgîniya ku gihîştiye we de bihîst. 6Ev Mizgînî wek ku di hemû dinyayê de ber dide û mezin dibe, ji roja ku we bihîstiye û kerema Xwedê bi hemû rastiya wê ve fêm kiriye û vir ve, di nav we de jî ber dide û mezin dibe. 7Hûn vê ji xizmethevalê me yê hezkirî Êpafras hîn bûn. Ew ji bo we jî xizmetkarekî Mesîh ê dilsoz e. 8Wî jî hezkirina we ya ji aliyê Ruh ve, ji me re got.
9Ji ber vê yekê, ji roja ku me ev bihîstiye û vir ve, me dev ji duakirin û xwestina ji bo we bernedaye, da ku hûn bi hemû şehrezayî û têgihîştina ruhanî, daxwaza Xwedê tam bizanin 10û bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin, hûn bi her awayî li wî xweş bên, di her karê qenc de ber bidin û di naskirina Xwedê de bigihîjin. 11Wisa ku hûn li gor hemû hêza wî ya ku ji karîna wî ya bi rûmet tê, xurt bibin, her tiştî bi bîhnfirehî ragirin û bi şahî 12ji Bav re şikir bikin. Wî têrêkirin daye me, ku em di ronahiyê de bibin hevparê mîrasa pîrozan. 13Wî em ji desthilatiya tariyê rizgar kirin û em derbasî Padîşahiya Kurê xwe yê hezkirî kirin. 14Rizgarî, yanî lêbihûrtina gunehên me bi wî ye.#Efesî 1:7
Mesîh Serê Hemû Afirandinê Ye
15Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin,
Nixuriyê hemû afirînê ye.#Filîpî 2:6; Yûhenna 17:5
16Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan,
Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin,
Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî
Dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be,
Bi saya wî hatin afirandin;
Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin.
17Ew bi xwe beriya her tiştî ye
Û her tişt bi wî bi hev ve girêdayî ye.
18Ew serê bedenê, yanî serê Civînê ye,
Destpêk û nixuriyê ji nav miriyan e,
Da ku di her tiştî de ew yê pêşî be.#Efesî 1:22-23
19Çimkî li Xwedê xweş hat ku
Hemû tijetiya wî di şexsê wî de be,
20Û bi wî her tiştî,
Hem tiştên li ser erdê,
Hem jî yên li ezmanan,
Bi xwe re li hev bîne
Û bi xwîna wî ya ku li ser xaçê rijayî aştiyê çêke.#Efesî 2:16
21Hûn jî demekê bi kirinên xwe yên xerab di fikrên xwe de ji Xwedê re xerîb û dijmin bûn. 22Lê niha wî hûn bi mirina Mesîh a di bedenê de, bi xwe re li hev anîn, da ku we li ber xwe pîroz, bêleke û bêqusûr derxe. 23Tenê hûn di baweriyê de hîmgirtî bin û veneleqin û ji hêviya Mizgîniya ku we bihîst nelebitin. Ev Mizgînî ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re hatiye dayîn û ez Pawlos bûm xizmetkarê wê.
Xizmeta Pawlos a ji Bawermendan re
24Ez niha bi cefayên ku ez ji bo we dikişînim, şa dibim û wan tengahiyên Mesîh ên ku mane, di bedena xwe de ji bo Bedena wî ya ku Civîn e, temam dikim. 25Ez ji wê Civînê re bûm xizmetkar, li gor wî karê ku Xwedê ji bo we spartiye min, da ku ez peyva Xwedê, 26yanî wê sira ku ji dem û nifşên berê ve hatiye veşartin, lê niha ji pîrozên wî re hatiye eşkerekirin, bi tevahî bêjim. 27Xwedê xwest ku bi pîrozên xwe bide zanîn ku dewlemendiya rûmeta vê sirê di nav miletan de çiqas mezin e. Ev sir ew e ku Mesîh di dilê we de ye; ew hêviya gihîştina rûmetê ye. 28Îcar em wî didin bihîstin, em şîretan li her kesî dikin û bi hemû şehrezayiyê her kesî hîn dikin, da ku em her kesî di yekîtiya Mesîh de gihîştî pêşkêş bikin. 29Ji bo vê yekê ez li gor hemû hêza wî ya ku di hundirê min de dixebite, xeptûlept û tekoşînê dikim.

Currently Selected:

Kolosî 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy