YouVersion Logo
Search Icon

Tîtos 3

3
Kirina Tiştên Qenc
1Bîne bîra wan ku desthilatiya serok û hukûmetan qebûl bikin, bi ya wan bikin û ji bo her karê qenc amade bin. 2Bila çêrî kesî nekin, şerûd nebin, nerm bin û ji hemû mirovan re berbiwêr bin. 3Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû. 4Lê çaxê ku qencî û hezkirina Xilaskarê me Xwedê xuya bû, 5wî em, ne ji ber kirinên rast ên ku me kirine, lê li gor rehma xwe, em bi şuştina jinûveçêbûnê û bi nûkirina Ruhê Pîroz xilas kirin. 6Xwedê, bi destê Xilaskarê me Îsa Mesîh, ew Ruh bi zêdehî bi ser me de rijand, 7da ku bi kerema wî em rastdar derkevin û li gor wê hêviyê em bibin wêrisên jiyana herheyî. 8Ev peyv dilsoz e.
Ez dixwazim ku tu li ser van tiştan rawestî, da ku yên bawerî bi Xwedê tînin, girîngiyê bidin kirinên qenc. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bi kêr in. 9Lê tu xwe ji devjeniyên bêaqil, navnameyên malbatî, şer û pevçûnên li ser Şerîetê dûr bixe. Çimkî ev bêkêr û pûç in. 10Piştî ku te carek du caran şîret kir, xwe ji mirovê cudaker dûr bixe. 11Tu dizanî ku yekî weha ji rê derketiye, gunehkar e û wî bi xwe, xwe sûcdar derxistiye.
Gotinên Dawî û Silav
12Gava ez Artemas an Tixîkos bişînim ba te, bilezîne, da ku tu bêyî Nîkopolîsê ba min. Çimkî min biryar da ku ez zivistanê li wir derbas bikim. 13Xîret bike, Zênasê qanûnzan û Apolos bi rê bixe, hay jê hebe ku tu kêmahiya wan nebe. 14Bila yên me jî hîn bibin ku xwe bidin kirinên qenc, da ku ji bo hewcedariyên pêwist bikarin bidin û bêber nemînin.
15Hemû yên ku bi min re ne silavan li te dikin. Silavan li wan ên ku di baweriyê de ji me hez dikin, bike. Kerem li ser we hemûyan be.

Currently Selected:

Tîtos 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy