YouVersion Logo
Search Icon

Metta 3

3
Banga Yûhennayê Imadkar
(Marqos 1:1-8; Lûqa 3:1-18; Yûhenna 1:19-28)
1Di wan rojan de Yûhennayê imadkar li çola Cihûstanê derket meydanê û weha dest bi hînkirinê kir: 2«Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!» 3Yûhenna ew e ku Îşaya pêxember weha li ser wî gotiye:
«Dengê yê li çolê gazî dike:
‹Riya Xudan amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!›»#Ji: Îşaya 40:3
4Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. 5Hingê ji Orşelîmê, ji hemû Cihûstanê û ji tevahiya herêma Çemê Urdunê dihatin ba wî 6gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.
7Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî û Sadûqiyan gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin? 8Îcar fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin. 9Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake! 10Ji xwe bivir li ser qurmê daran e! Her dara ku berê qenc nede wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir. 11Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê Pîroz û bi êgir imad bike. 12Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
Imadbûna Îsa
(Marqos 1:9-11; Lûqa 3:21-22)
13Hingê Îsa ji Celîlê hat Çemê Urdunê ba Yûhenna, da ku bi destê wî imad bibe. 14Lê Yûhenna xwest ku ji wî re bibe asteng û got: «Ji dêla ku divê ez bi destê te bêm imadkirin, ma tu têyî ba min?» 15Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû. 16Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. 17Û dengekî ji ezmanan weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»

Currently Selected:

Metta 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy