YouVersion Logo
Search Icon

Metta 2

2
Stêrnasên ji Rojhilat
1Îcar di dema Hêrodês padîşah de, çaxê Îsa li Beytlehma Cihûstanê çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê 2û pirsîn: «Ka padîşahê Cihûyan ê ku çêbûye li ku derê ye? Me li Rojhilat stêra wî dît û em hatin ku biperizin wî.» 3Gava ku Hêrodês padîşah ev yek bihîst, ew û hemû Orşelîm jî pê re bizdiya. 4Wî hemû serekên kahînan û Şerîetzan li hevdû civandin û ji wan pirsî, ka Mesîh wê li ku derê çêbe. 5Wan jê re got: «Li Beytlehma Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember weha hatiye nivîsîn:
6‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda!
Tu di nav serwerên Cihûda de bi tu awayî ne ya herî kêm î.
Çimkî ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike wê ji te rabe!›#Ji: Mîxa 5:2 »
7Li ser vê yekê Hêrodês bi dizî gazî stêrnasan kir û ji wan qenc hîn bû ku stêr kengê xuya bûye. 8Di pey de wî ew şandin Beytlehmê û ji wan re got: «Herin û qenc li zarok bigerin. Gava ku we ew dît, haya min pê bixin, da ku ez jî bêm û biperizim wî.» 9Piştî bihîstina gotina padîşah ew ketin riya xwe. Ew stêra ku li Rojhilat dîtibûn li pêşiya wan çû, heta li ser cihê ku zarok lê bû rawesta. 10Gava ku wan jî stêr dît, bi şahiyeke mezin dilgeş bûn. 11Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn û murê pêşkêşî wî kirin. 12Piştî ku di xewna xwe de hatin tembîhkirin, da ku venegerin ba Hêrodês, ew di riyeke din re çûn welatê xwe.
Revîna ber bi Misrê ve
13Piştî çûyîna stêrnasan, milyaketekî Xudan di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje.» 14Hingê Ûsiv rabû, rahişt zarok û diya wî û bi şev çû Misrê 15û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Ev çêbû, da ew peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih: «Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.»#Ji: Hoşêya 11:1
Kuştina Zarokan
16Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê, fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist. 17Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih:
18«Ji Ramayê dengek hat bihîstin,
Şîn û girîn û li xwe xistin!
Rahêl ji bo zarokên xwe digirî
Û ew naxwaze bê aşkirin.
Çimkî êdî ew tunin.»#Ji: Yêremya 31:15
Vegerîna ji Misrê
19Piştî ku Hêrodês mir, milyaketekî Xudan li Misrê di xewnê de li Ûsiv xuya bû 20û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û vegere welatê Îsraêlê, çimkî ew ên ku li kuştina zarok digeriyan mirin.» 21Îcar Ûsiv rabû, zarok û diya wî hildan û vegeriyan welatê Îsraêlê. 22Lê gava wî bihîst ku Arxêlayos di cihê bavê xwe Hêrodês de li ser Cihûstanê bûye padîşah, ew tirsiya ku here wê derê. Piştî ku di xewnê de hat tembîhkirin, bi aliyê herêma Celîlê ve çû. 23Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxemberan hatibû gotin, bê cih: «Wê ji wî re yê Nisretî bê gotin».

Currently Selected:

Metta 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy