YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 7

7
Îsa û Birayên Xwe
1Piştî vê yekê Îsa li Celîlê digeriya. Wî nedixwest ku di Cihûstanê de bigere, çimkî serekên Cihûyan li kuştina wî digeriyan. 2Gava Cejna Holikçêkirinê ya Cihûyan nêzîk bû, 3birayên wî jê re gotin: «Ji vir derkeve û here Cihûstanê, da ku şagirtên te karên ku tu dikî bibînin. 4Çimkî mirovê ku dixwaze bi eşkereyî xwe bide naskirin, kirinên xwe venaşêre. Madem ku tu van karan dikî, xwe nîşanî dinyayê bide.» 5Çimkî birayên wî jî bawerî pê nedianîn. 6Îsa ji wan re got: «Wextê min hê nehatiye, lê ji bo we wext herdem rast e. 7Dinya nikare ji we nefret bike, lê ji min nefret dike, çimkî ez şahidiyê dikim ku kirinên dinyayê xerab in. 8Hûn bi xwe herin vê cejnê, lê ez nayêmê. Çimkî hê wextê min bi tevahî nehatiye.» 9Ew weha peyivî û li Celîlê ma.
Îsa Beşdarî Cejnê Dibe
10Lê piştî ku birayên wî çûn cejnê, ew jî rabû çû, lê belê ne bi eşkereyî, ji dizî ve. 11Di vê navê de Cihû di cejnê de lê digeriyan û digotin: «Ew li ku derê ye?» 12Di nav elaletê de li ser wî gelek tişt dihatin gotin. Hinekan digot: «Ew mirovekî qenc e», hinekan jî digot: «Na, ew xelkê dixapîne.» 13Lê ji tirsa serekên Cihûyan, kesî nediwêrî bi eşkereyî li ser wî bipeyive.
14Îcar di nîvê cejnê de Îsa derket Perestgehê û dest bi hînkirinê kir. 15Cihû lê şaş mabûn û digotin: «Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa evqas bi wan dizane?» 16Îsa bersîva wan da û got: «Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê. 17Eger mirovek bixwaze ku daxwaza Xwedê bike, wê bizane ku hînkirina min ji Xwedê ye, an ez ji ber xwe dibêjim. 18Yê ku ji ber xwe dipeyive, li rûmeta xwe digere; lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rast e û li ba wî xapandin tune. 19Ma Mûsa Şerîet neda we? Dîsa jî kes ji we Şerîetê pêk nayne. Çima hûn li kuştina min digerin?» 20Elaletê bersîva wî da: «Tu bi cinan ketiyî! Kî li kuştina te digere?» 21Îsa li wan vegerand û got: «Min karekî nedîtî kir, hûn hemû lê şaş man. 22Mûsa sinet da we – ev jî ne ji Mûsa, lê ji bav û kalan e – û hûn roja Şemiyê mirovekî sinet dikin. 23Madem ji bo ku Şerîeta Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima li min hêrs dibin? 24Li gor dîtinê dadbar nekin, lê li gor rastiyê dadbar bikin.»
Ma Dibe ku Ev Mesîh Be?
25Hingê hinek mirovên ku ji Orşelîmê bûn digotin: «Ma ev ne ew e ku li kuştina wî digerin? 26Û va ye, li vir ew bi eşkereyî dipeyive û tu kes jî jê re tiştekî nabêje. Gelo serekan bi rastî fêm kiriye ku ew Mesîh e? 27Lê em dizanin ku ev mirov ji ku derê tê. Gava ku Mesîh bê, kes wê nezane ku ew ji ku derê tê.»
28Hingê, dema ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, bi dengekî bilind got: «Nexwe hûn min nas dikin û hûn dizanin ku ez ji ku derê me! Lê ez ji ber xwe nehatime. Yê ku ez şandime rastî ye, lê hûn wî nas nakin. 29Ez wî nas dikim, çimkî ez ji wî me û wî ez şandime.»
30Li ser vê yekê ew xebitîn ku Îsa bigirin, lê kesî dest neavêt wî, çimkî hê saeta wî nehatibû. 31Lê gelekan ji elaletê bawerî bi wî anî û gotin: «Ma gava ku Mesîh bê, wê ji kirinên vî bêtir nîşanan çêke?»
Parêzgerên ku ji bo Girtina Îsa Tên Şandin
32Fêrisiyan tiştên ku elaletê li ser Îsa dikirin pisepis bihîst. Li ser vê yekê Fêrisî û serekên kahînan ji bo girtina wî parêzger şandin. 33Îcar Îsa got: «Hê ji bo demeke kurt ez bi we re me; piştre ezê herim ba yê ku ez şandime. 34Hûnê li min bigerin, lê hûn min nabînin; cihê ku ezê lê bim, hûn nikarin bênê.» 35Hingê Cihûyan ji hev re got: «Ev mirov wê here ku derê ku em wî nabînin? Nexwe wê here ba gelê me yê ku li nav Yewnaniyan belav bûye û Yewnaniyan hîn bike? 36Mana peyvên ‹Hûnê li min bigerin, lê hûn min nabînin û cihê ku ezê lê bim, hûn nikarin bênê› çi ye?»
Çemên Ava Jiyanê
37Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: «Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe. 38Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‹Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.›»#Binêre: Şîretên Silêman 18:4; Îşaya 58:11 39Îsa ev peyv li ser wî Ruhê Pîroz got, ku wan ên bawerî bi wî dianîn wê bistandana. Çimkî Ruh hê nehatibû dayîn, ji ber ku hê Îsa nehatibû birûmetkirin.
Dubendiya di nav Elaletê de
40Dema ku wan ev gotin bihîstin, hinekan ji elaletê got: «Bi rastî jî ev ew pêxember e.» 41Hinekan jî got: «Ev Mesîh e», lê hinekên din jî gotin: «Ma Mesîh wê ji Celîlê bê? 42Ma Nivîsara Pîroz nabêje ku Mesîh wê ji dûndana Dawid û ji gundê Dawid, ji Beytlehmê bê?» 43Loma di nav elaletê de, li ser wî dubendî çêbû. 44Hinekan ji wan xwest wî bigirin, lê tu kesî dest neavêt wî.
Lihevnekirina Cihûyan
45Di vê navê de parêzger vegeriyan ba Fêrisî û serekên kahînan. Wan ji parêzgeran pirsî: «We çima ew neanî?» 46Parêzgeran bersîva wan da: «Tu kes, tu caran mîna vî mirovî nepeyiviye!» 47Fêrisiyan got: «Nexwe, hûn jî hatin xapandin? 48Ma ji serekan û ji Fêrisiyan kesekî bawerî bi wî aniye? 49Na, lê ev elaleta ku bi Şerîetê nizane, xezeblêbûyî ye.» 50Nîkodêmosê ku berê çûbû ba Îsa û ji Fêrisiyan bû, ji wan re got: 51«Gelo Şerîeta me, heta ku guhdariya mirovekî neke û nezane ku ew çi dike, ma wî dadbar dike?» 52Wan lê vegerand û gotin: «Nexwe tu jî ji Celîlê yî? Lê bikole, tê bibînî ku ji Celîlê tu pêxember dernakevin.»
Jina Gunehkar tê Efûkirin
53Û her kes çû mala xwe,

Currently Selected:

Yûhenna 7: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy