YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs II, 1

1
Silav
1Ji xulam û Şandiyê Îsa Mesîh Şimûn Petrûs,
ji wan re yên ku bi rastdariya Xwedayê me, Xilaskarê me Îsa Mesîh, bi me re gihîştine eynî baweriya giranbiha:
2Di naskirina Xwedê û Xudanê me Îsa de kerem û aştî bi firehî li ser we be.
Gazîkirin û Hilbijartina Xwedê
3Bi naskirina wî yê ku bi rûmet û qenciya xwe gazî me kiriye, hêza wî ya xwedayî, her tiştê ku ji bo jiyan û xwedênasiyê pêwist e, da me. 4Bi van tiştan wî sozên giranbiha û gelek mezin dane me, da ku hûn bi wan bibin hevparên tebîeta xwedayî û ji wê xerabûnê birevin, ku ji xwestekên dinyayê tê. 5Erê, ji ber vê yekê hemû xîretkêşiyê bi kar bînin, bi baweriya xwe hêjabilindiyê peyda bikin, bi hêjabilindiyê zanînê, 6bi zanînê xwegirtinê, bi xwegirtinê ragirtinê, bi ragirtinê jiyana xwedayî, 7bi jiyana xwedayî birahezî û bi biraheziyê hezkirinê peyda bikin. 8Çimkî eger hûn xwediyê van tiştan bin û ev di nav we de zêde bibin, hûn di naskirina Xudanê me Îsa Mesîh de bêkêr û bêber namînin. 9Lê yê ku ji van tiştan bêpar e, kor e, dûr nabîne û ji bîra wî çûye ku ew ji gunehên xwe yên berê paqij bûye. 10Ji ber vê yekê birano, xîretkêşiyê bikin ku hûn gazîkirin û hilbijartina xwe qayîm bikin. Eger hûn van tiştan bikin, hûn tu caran naterpilin. 11Û bi vî awayî dergeh wê bi tevahî li ber we vebe, da ku hûn bikevin Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh.
12Ji bo vê yekê, her çiqas hûn van tiştan dizanin û hûn bi wê rastiya ku bi we re ye hîmgirtî ne jî, ez dixwazim hergav van bînim bîra we. 13Û heta ku ez di vê çadirê de me, ez vê yekê rast dibînim ku bi anîna bîra we, we hişyar bikim.#1:13 «Çadir» li vir «bedena mirov» e. 14Çimkî wek ku Xudanê me Îsa Mesîh jî ji min re kifş kiriye, ez dizanim ku rakirina çadira min nêzîk e. 15Îcar ezê xîretkêşiyê bikim, da ku piştî çûyîna min jî hûn hergav bikarin van tiştan bînin bîra xwe.
Şahidên Rûmeta Mesîh
16Çaxê ku me hêz û hatina Xudanê me Îsa Mesîh bi we da zanîn, em neketin pey çîrokên ku bi qurnazî ji ber xwe hatine çêkirin, lê me bi çavên xwe mezinahiya wî dît.
17Çimkî gava ji rûmeta herî bilind dengekî weha jê re hat û got:
«Kurê min ê delal ev e.
Dilê min bi wî xweş e»,
hingê wî ji Bav Xwedê rûmet û siyanet stand.#Metta 17:1-5 18Û gava em bi wî re li ser çiyayê pîroz bûn, ev dengê ku ji ezmên hat, me bi xwe bihîst.
19Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê. 20Divê berî her tiştî hûn vê bizanin ku tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. 21Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.

Currently Selected:

Petrûs II, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy