YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna I, 5

5
Bawerî li hember Dinyayê Bi Ser Dikeve
1Her kesê ku bawer dike ku Îsa, Mesîh e, ji Xwedê çêbûye û her kesê ku ji Bav hez dike, ji zarokê Bav jî hez dike. 2Çaxê ku em ji Xwedê hez bikin û emrên wî pêk bînin, hingê em dizanin ku em ji zarokên Xwedê hez dikin. 3Çimkî hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in.#Yûhenna 14:15 4Çimkî her kesê ku ji Xwedê çêbûye li hember dinyayê bi ser dikeve. Û bi vî awayî em li hember dinyayê bi ser dikevin, yanî bi baweriya xwe. 5Ji wî yê ku bawer dike ku Îsa Kurê Xwedê ye pê ve, kî li hember dinyayê bi ser dikeve?
Şahidiya li ser Îsa Mesîh
6Yê ku bi av û xwînê hat Îsa Mesîh e. Ew ne tenê bi avê, lê bi av û xwînê hat. Û ya ku şahidiyê vê dike Ruh e; çimkî Ruh rastî ye. 7Yên ku şahidiyê dikin sisê ne: 8Ruh, av û xwîn. Û şahidiya her siyan yek e. 9Eger em şahidiya mirovan qebûl bikin, şahidiya Xwedê hê mezintir e; çimkî ev, şahidiya Xwedê ya li ser Kurê wî ye. 10Yê ku baweriyê bi Kurê Xwedê tîne, ev şahidî di dilê wî de ye. Yê ku ji Xwedê bawer nake, wî ew derewker kiriye, çimkî wî bawerî bi şahidiya ku Xwedê ji bo Kurê xwe kiriye, neaniye. 11Şahidî ev e: Xwedê jiyana herheyî daye me û ev jiyan di Kurê wî de ye.#Yûhenna 1:4; 3:36 12Yê ku Kur di dilê wî de ye, jiyana wî heye, yê ku Kurê Xwedê di dilê wî de tune, jiyana wî tune.
Peyva Dawî
13Ez van tiştan ji we re, ji yên ku baweriyê bi navê Kurê Xwedê tînin re, dinivîsim, da ku hûn bizanin jiyana we ya herheyî heye. 14Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me. 15Û eger em bizanin ku em her çi bixwazin ew guh dide me, hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine.
16Eger yek bibîne ku birayê wî gunehekî ku mirinê nayne dike, bila ji Xwedê bixwaze û ewê jiyanê bide wî yê ku gunehê ku mirinê nayne kiriye. Gunehê ku mirinê tîne heye; ez nabêjim bila ji bo gunehekî weha dua bike. 17Her neheqî guneh e; lê gunehê ku mirinê nayne heye.
18Em dizanin her kesê ku ji Xwedê çêbûye guneh nake, lê Nixuriyê Xwedê wî diparêze û Yê Xerab dest nade wî. 19Em dizanin ku em ji Xwedê ne û tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye.
20Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.
21Zarono, xwe ji pûtan biparêzin.

Currently Selected:

Yûhenna I, 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy