YouVersion 標識
搜索圖示

Destpêk 3

3
Gunehê mirov
1 # Peyxam 12:9; 20:2 Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”
2Jinê ji marî re got: “Em dikarin ji fêkiyên darên li bexçeyê bixwin. 3Lê Xwedê got: ‘Divê hûn ji fêkiyê dara li nava bexçeyê nexwin û dest nedinê yan na hûnê bimirin.’”
4Marî ji jinê re got: “Hûn qet namirin. 5Çimkî Xwedê dizane, çaxê hûn ji wê bixwin, wê çavên we vebin û wekî Xwedê, hûnê bi qencî û xerabiyê bizanin.”
6 # Romayî 5:12 Gava jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, li ber çavan xweş xuya dike û daxwaza zanabûnê dide, wê fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê jî li ba wê bû. Wê fêkî da wî û mêrik jî xwar. 7Li ser vê yekê çavên herduyan jî vebûn û wan fêm kir ku tazî ne. Pelên hejîran bi hev ve dirûtin û ji xwe re kirin daw.
8Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin. 9Lê Xwedê Xudan gazî Adem kir û got: “Tu li ku yî?”
10Adem got: “Min li bexçe tu bihîstî û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.”
11Xwedê Xudan got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?”
12Adem got: “Jinika te dabû min, fêkiyek ji wê darê da min û min jî xwar.”
13 # Romayî 7:11; Korîntî II, 11:3; Tîmotêyos I, 2:14 Xwedê Xudan ji jinikê re got: “Te çi kir?!”
Jinikê got: “Marî ez xapandim, loma min xwar.”
14Li ser vê yekê Xwedê Xudan ji marî re got:
“Ji ber ku te ev yek kir,
Wê di nava hemû heywanên kedî û kovî de,
Yê herî bi nalet tu bî.
Tê li ser zikê xwe bişêlî,
Di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî.
15 # Peyxam 12:17 Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê,
Navbera ziriyeta te û ya wê.
Wê serê te biperçiqîne,
Tê jî êrîşî pehniya wî bikî#3:15 Nivîsa Masoriyan: Wê êrîşî serî bike, tê jî êrîşî pehniyê bikî.”
16Wî ji jinikê re got:
“Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim
Û bi êş tê zarokê xwe bînî.
Tê hewcedarê mêrê xwe bî
Ewê jî serwerê te be.”
17 # Îbranî 6:8 Wî ji Adem re got:
“Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir
Û ji wê dara ku min ji te re gotibû
‘Divê tu nexwî’ te xwar,
Ax ji rûyê te bi nalet bû.
Tê di hemû rojên jiyana xwe de
Bi zehmetî jê bixwî.
18Wê ax stirî û diriyan bide te.
Tê giyayên çolê bixwî.
19 # Eyûb 34:15 Tê nanê xwe, bi xwêdana eniya xwe bixwî.
Heta ku tu bizivirî axa tu jê hatî çêkirin.
Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.”
20Adem navê jina xwe Hawa#3:20 Hawa tê wateya jiyanê danî. Çimkî ew bû dayika hemû mirovan.
21Xwedê Xudan ji Adem û jina wî re kincên çermîn çêkirin û li wan kirin. 22#Destpêk 2:9; Peyxam 2:7; 22:2, 14Piştre Xwedê Xudan got: “Niha Adem bûye yekî mîna me, bi qencî û xerabiyê dizane. Divê niha ji bo wî destûr neyê dayîn ku destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike, jê bixwe û her û her bijî.” 23Bi vî awayî Xwedê Xudan Adem ji Bexçeyê Êdenê derxist ku axa jê hatibû çêkirin, bajo. 24Piştî wî Adem qewirand, ji bo parastina riya dara jiyanê wî li aliyê rojhilatê Bexçeyê Êdenê xerûb#3:24 Xerûb cureyekî milyaketên Xwedê ye û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin.

目前選定:

Destpêk 3: KURNT

醒目顯示

分享

複製

None

想要在所有設備上保存你的醒目顯示嗎? 註冊或登入

YouVersion 使用 cookie 來個性化你的體驗。透過使用我們的網站,你即接受我們按照我們的 隱私政策所述來使用 cookie。