YouVersion Logo
Search Icon

Tîtos 1

1
Silav
1Ji Pawlosê xulamê Xwedê û Şandiyê Îsa Mesîh: Ji bo baweriya bijartiyên Xwedê û zanîna rastiya bi jiyana xwedayî ve girêdayî ye, ez hatime gazîkirin. 2Ev ji hêviya jiyana herheyî tê. Xwedayê ku derewan nake, ji beriya destpêka deman ve jiyana herheyî soz da 3û di wextê xwe de bi danezana peyva xwe eşkere kir. Li gor emrê Xilaskarê me Xwedê xizmeta belavkirina vê daxuyaniyê bi ewlehî ji min re hat dayîn.
4Ji Tîtos re, ku di baweriya me ya hevpar de kurê min ê rast e:
Kerem û aştî ji Bav Xwedê û ji Xilaskarê me Mesîh Îsa li ser te be.
Tîtos li Girîtê
5Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî. 6Divê rihspî bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, zarokên wî bawermend bin û navê wan bi bêedebî û bi neguhdarî derneketibe. 7Çimkî çavdêrekî ku şahneyê Xwedê be, divê bêqusûr be, xwe dernexe pêş, zû hêrs nebe, ne bindestê şerabê be, ne zordar be, li pey qezenca ne rast nekeve; 8lê divê mêvanperwer be, xêrxwaz be, sergiran be, dadperwer be, pak be, bikare nefsa xwe, 9ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.
10Gelek mirovên serhişk, kelkelo û xapînok jî hene; bi taybetî yên ku ji nav Cihûyan hatin. 11Divê devê wan bê girtin, çimkî ew ji bo qezenca xwe ya qirêjî tiştên ku divê neyên hînkirin, hîn dikin û malan bi tevahî xera dikin. 12Yekî ji wan, pêxemberekî wan gotiye: «Girîtî hergav derewkar in, cenawirên xerab û tiralên xwera ne.» 13Ev şahidî rast e. Ji ber vê yekê bi hişkî dengê xwe li wan hilde, da ku ew di baweriyê de saxlem bin. 14Tu guhê xwe nede çîrokên Cihûyan û emrên wan ên ku rastiyê red dikin. 15Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye. 16Bi eşkereyî dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin. Ew lewitî ne, neguhdar in û ji bo her karê qenc bêkêr in.

Currently Selected:

Tîtos 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy