YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 1

1
Pêşgotin ji Têyofîlos re
1Ya Têyofîlosê giranbiha,
Gelekan dest bi rêzkirina wan tiştên ku di nav me de çêbûne, kirine, 2çawa wan kesên ku ji destpêkê ve bi çavên xwe dîtin û peyv belav kirin, ji me re ragihandin. 3Loma, ez jî wek yekî ku ji pêşî ve guhê xwe daye hemûyî û lê kolaye, min qenc dît ku ez wan tiştan rêz bi rêz ji te re binivîsim, 4da ku tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî.
Mizgîniya Milyaket li ser Bûyîna Yûhennayê Imadkar
5Dema Hêrodês padîşahê Cihûstanê bû, kahînek ji koma Ebiya hebû. Navê wî Zekerya bû. Jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû. 6Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan bê kêmahî rêve diçûn. 7Zarokên wan nebûn, çimkî zarok ji Êlîzabêtê re çênedibûn û herdu jî bi nav salan ve çûbûn.
8De îcar wisa çêbû, çaxê wî di dora koma xwe de ji Xwedê re xizmeta kahîntiyê dikir, 9li gor adeta kahîntiyê, pişk li wî ket ku ew here Perestgeha Xudan û bixûrê bişewitîne. 10Di dema şewitandina bixûrê de tevahiya elaleta xelkê li derve dua dikir.
11Hingê milyaketekî Xudan jê re xuya bû û li aliyê rastê yê gorîgeha bixûrê rawesta. 12Gava Zekerya ew dît, şaş bû û tirs ket dilê wî. 13Milyaket jê re got: «Zekerya, netirse! Çimkî duaya te hat bihîstin û jina te Êlîzabêt, wê kurekî ji te re bîne, tê navê wî Yûhenna deynî.
14Û ewê ji te re bibe şahî û geşî
Û gelek wê bi bûyîna wî dilxweş bibin.
15Çimkî ewê li ba Xudan mezin be.
Ew şerab û vexwarinên giran qet venaxwe
Û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê Pîroz tije be.#Binêre: Hejmartin 6:3
16Ewê gelekan ji zaryên Îsraêl li Xudan, Xwedayê wan, vegerîne. 17Û ewê bi ruh û bi hêza Êlyas pêxember li pêşiya Xudan here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.»#Binêre: Melaxî 4:5-6; 3:1
18Zekerya jî ji milyaket re got: «Ma ezê vê yekê bi çi bizanim? Ez pîr im û jina min jî bi nav salan ve çûye.»#Binêre: Destpêk 18:11 19Milyaket lê vegerand û got: «Ez Cibrayîl im, yê ku li ber destê Xwedê radiweste û ez hatime şandin, da ez ji te re bêjim û vê mizgîniyê bidim te.#Binêre: Daniyêl 8:16; 9:21 20Va ye, heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Çimkî te bi wan gotinên min ên ku di wextê xwe de wê bên cih, bawer nekir.» 21Di vê navê de xelk li hêviya Zekerya bû. Ew şaş man, ka çima ew demeke dirêj di Perestgehê de dima. 22Û gava ew derket derve, wî nikaribû bi wan re bipeyive û ew têgihîştin ku wî di Perestgehê de dîtiniyek dîtiye. Wî bi îşaretan ji wan re digot û lal ma. 23Û gava rojên xizmeta wî temam bûn, ew vegeriya mala xwe. 24Piştî wan rojan jina wî Êlîzabêt bizaro bû û wê pênc mehan xwe veşart û got: 25«Va ye, di van rojan de Xudan ev yek ji bo min kir: Wî li min nêrî û di nav xelkê de şerma min rakir.»
Mizgîniya Milyaket li ser Bûyîna Îsa Mesîh
26Di meha şeşan de Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê, ku navê wê Nisret bû, 27ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala Dawid bû. Navê keçikê jî Meryem bû. 28Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan bi te re ye.» 29Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e? 30Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye. 31Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî. 32Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. 33Û ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê.» 34Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe? Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.» 35Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin. 36Û va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye. 37Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.» 38Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû.
Meryem Diçe Serdana Êlîzabêtê
39Meryem rabû di wan rojan de bi lez çû nav çiyan, bajarekî ji bajarên Cihûda. 40Ew gihîşt mala Zekerya û silav li Êlîzabêtê kir. 41Gava ku Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarok di zikê wê de xwe tevda û Êlîzabêt bi Ruhê Pîroz tije bû, 42û bi dengekî bilind got: «Tu di nav jinan de pîroz î û berê zikê te pîroz e! 43Ma ez kî me, heta ku diya Xudanê min bê ba min? 44Çimkî gava dengê silava te ket guhê min, zarok ji şahiyê xwe di zikê min de tevda. 45Xwezî bi wê, ku bawer kir ew tiştên ku ji aliyê Xudan ve jê re hatine gotin, wê bên cih.»
46Hingê Meryemê got:
«Canê min pesnê Xudan dide.#Binêre: Samûêl I, 2:1-10
47Û ruhê min bi Xilaskarê min, Xwedê şa dibe,
48Çimkî wî li nizimahiya cêriya xwe nêrî.
Îcar ji niha û pê ve, hemû nifş wê ji min re bêjin: ‹Xwezî bi te.›#Binêre: Samûêl I, 1:11
49Çimkî Xwedayê hêzdar tiştên mezin ji min re kirin.
Navê wî pîroz e.#Binêre: Zebûr 111:9
50Û rehma wî nifş bi nifş li ser wan e,
Yên ku ji wî ditirsin.#Binêre: Zebûr 103:13, 17
51Wî bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da,
Û wî, yên di dilê xwe de pozbilind ji hev belav kirin.#Binêre: Zebûr 89:10; Samûêl II, 22:28
52Wî, yên mezin ji textên wan anîn xwarê,
Û yên nizim bilind kirin.#Binêre: Eyûb 12:19; 5:11
53Yên birçî bi tiştên qenc têr kirin,
Û yên dewlemend destvala rêkirin.#Binêre: Samûêl I, 2:5; Zebûr 107:9
54Wî rehma xwe anî bîra xwe
Û alîkariya xulamê xwe Îsraêl kir,#Binêre: Zebûr 98:3; Îşaya 41:8
55Çawa ku ji bav û kalên me re,
Ji Birahîm û dûndana wî re
Soza xwe ji bo her û her daye.»#Binêre: Destpêk 17:7; Mîxa 7:20
56Meryem nêzîkî sê mehan li ba Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe.
Bûyîna Yûhennayê Imadkar
57Gava dema zarokanîna Êlîzabêtê hat, wê kurek anî. 58Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan rehmeke mezin li wê kiriye û ew jî bi wê re şa bûn. 59Û di roja heştan de ji bo sinetkirina kurik hatin û xwestin, navê bavê wî Zekerya lê bikin. 60Lê diya wî li wan vegerand û got: «Na, navê wî wê Yûhenna be.» 61Wan jê re got: «Di nav mirovên te de kesek bi vî navî tune.» 62Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî, ka ew dixwaze çi navî li wî bike 63Wî nivîsdekek xwest û weha li ser nivîsî: «Navê wî Yûhenna ye.» Û hemû şaş man. 64Di cih de dev û zimanê wî vebûn, peyivî û pesnê Xwedê da. 65Tirs ket dilê hemûyên ku li dora wan rûdiniştin û li seranserê çiyayên Cihûstanê li ser van tiştan hat peyivîn. 66Û hemûyên ku ev tişt bihîstin, ew xistin dilê xwe û gotin: «Gelo ev zarok wê bibe çi?» Çimkî destê Xudan li ser wî bû.
Pêxemberîtiya Zekerya
67Û bavê wî Zekerya bi Ruhê Pîroz tije bû, wî pêxemberîtî kir û got:
68«Pesin ji Xudan Xwedayê Îsraêl re,
Ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir. #Binêre: Zebûr 41:13; 111:9
69Wî ji mala xulamê xwe Dawid
Strûhekî xilasiyê ji me re rakir,#1:69 Mana «Strûhekî xilasiyê ji me re rakir» ev e: Xilaskarekî bi hêz ji me re rakir; binêre: Zebûr 18:2.
70– Çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotibû –
71Ku em ji dijminên me û ji destê hemûyên ku ji me nefret dikin, xilas bike,#Binêre: Zebûr 106:10
72Da li bav û kalên me bê rehmê,
Û peymana xwe ya pîroz,
73Wê sonda ku ji bavê me Birahîm re xwaribû, bîne bîra xwe#Binêre: Destpêk 17:7; Zebûr 106:45-46; Zebûr 105:8-9
74-75Ku em ji destê dijminên xwe xilas bibin
Û bê tirs li ber wî di hemû rojên jiyana xwe de
Bi paqijî û rastî biperizin wî.
76Û tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Berz bê gotin,
Çimkî tê di pêşiya Xudan de herî, da ku tu riyên wî amade bikî#Binêre: Îşaya 40:3; Melaxî 3:1
77Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan,
Xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn.
78Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me,
Wê ji jor, wek ku roj hiltê, bê serdana me,
79Da ronahiyê bide wan ên ku di tariyê de
Û di bin siya mirinê de rûniştine
Û ewê berê lingên me bide ser riya silametê.»#Binêre: Melaxî 4:2; Îşaya 9:2; 58:8; 60:1-2
80Kurik mezin dibû û bi ruh bi qewet dibû û heta bi wê roja ku ew ji Îsraêl re xuya bû, li çol û çolistanan ma.

Currently Selected:

Lûqa 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy