YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 14

14
Riya ku Diçe Bav
1«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin. 2Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wisa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim? 3Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. 4Hûn riya wî cihê ku ez diçimê dizanin.»
5Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?» 6Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav. 7Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew dîtiye.»
8Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!» 9Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›? 10Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min re dimîne, karên xwe dike. 11Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet nebe, ji ber van karan bawer bikin. 12Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav. 13Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. 14Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
Îsa Soza Şandina Ruhê Pîroz Dide
15«Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. 16Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. 17Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.
18«Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we. 19Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn. 20Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.
21«Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»
22Cihûda – ne yê Îsxeryotî – ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»
23Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin. 24Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime. 25Hê ez li ba we, min ev tişt ji we re gotin. 26Lê Alîkar – Ruhê Pîroz – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
27«Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin! 28We bihîst ku min ji we re got: ‹Ez diçim, lê ezê dîsa bêm ba we!› Eger we ji min hez bikira, hûnê şa bibûna ji bo ku ez diçim ba Bav. Çimkî Bav di ser min re ye. 29Min ev niha berî ku çêbin gotin, da ku, dema ew çêbin, hûn bawer bikin. 30Êdî ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî bi min re tune, 31lê bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wisa dikim.
«Rabin, em ji vir herin.

Currently Selected:

Yûhenna 14: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy